Jinan li Parîsê komplo bi çelekek reş protestokirin
Jinên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, bi danîna çelekgeke reş a pêşiya sefaretxaneya Tirk, Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan protesto kirin.
Jinên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, bi danîna çelekgeke reş a pêşiya sefaretxaneya Tirk, Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan protesto kirin.
Aktivîstên Tevgera Jinên Kurd ên Fransa ku saet 14:00’an li pêşiya avahiya sefaretxaneya Tirk hatin ba hev, çelekgek reş danîn pêşiya sefaretxaneyê.
Jinan pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ û wêneyên berxwedêrên grevên birçîbûnê hildan.
Aktivîsta Tevgara Jina Kurd Dîlan Amed axivî û komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Amed banga tevlîbûna xurt ji bo çalakiya ku wê roja Şemiyê li Strasboûrgê bê lidarxistin jî kir.
Çalakiya ku nêzî saetek dom kir bi dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.