Dirûşma Meclîsa Jinan a HDP'ê: ''Jin bi hev re''

Dirûşma hilbijartina xwecih a Meclîsa Jinan a HDP'ê bû ''Jin bi hev re''

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi namzetên hevşaredariyê ku di hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê de wê nîşan bide, Beyannameya Jinan a  Hilbijartinê radigihîne. Dirûşma Meclîsa Jinan a HDP'ê ku li Amedê bi civînê wê namzetê xwe bide nas kirin bû ''Jin bi he re''.


Stranbêjên jin ên Navenda  Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi hev re bi heman dirûşmê strana hilbijartinê çêkirin.

Gotinên strana ku stranbêjên NÇM'ê bi hev re strandin wiha ye:

“Jin zarok û ziman e 

Hêza hezar salan e 

Ax û av û giyan e 

Em hêviya gelan e

 

Bi tîna agirê Adarê 

Silavek bidin biharê

 

Berxwedana jinên azad

Ronî da zindan û qadan

Gava jin daket kolanan

Reng daye gund û bajaran 

 

Ew yê me ne,ne yê we ne 

Şar û bajar tev yê me ne 

HDP partiya jinê ye

Jin xwediya welatê xwe ye 

 

Em bi ceng û hewar in 

Dîroka nifşê ciwan in 

Nîşana li ser alan in 

Destana jinên şepal in 

 

Li hemberî rûreşiyê

Em in mohra azadiyê

 

Amed,Mêrdîn,Cizîr,Wanê

Ew in kelha berxwedanê 

HDP partiya me ye

Roja me rûmeta me ye 

 

Tevde ked û xwîna me ye

Nîşaneya doza me ye

HDP partiya jinê ye

Jin xwediya vê axê ye”