Dayika Şemiyê Baskin li gel kurê wê spartin axê

Ji Dayikên Şemiyê Meryem Baskin a li nexweşxaneya lê dihate dermankirin rehmet kir. Cenazeyê Baskin li gel kurê wê Abdulmecît Baskin ê di kuştinên kiryarên wan nediyar de hatibû qetilkirin spartin axê.

Dayika Şemiyê Meryem Baskin, dayika Midûrê Nifûsa Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin ku di sala 1993'yan de hat destgîrkirin û piştî du rojan şûnde cenazeyê wî li nêzî navçeya Golbaşiyê hat dîtin, hat veşartin.

Dayika Baskin, ji bo kiryarên kurê wê bên dîtin bi salan di nav çalakiya Dayikên Şemiyê de cih girtibû. Ji ber dayika Baskin nexweş bû, li Wanê li nexweşxaneyekê dihat dermankirin. Lê belê îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo cenazeyê Baskin li Gevera Colemêrgê merasîmek hat lidarxistin û piştre li gel gora kurê wî Abdulmecît Baskin spartin axê.