Çalakiya kon a li Hîldesheîmê di roja 2’an de ye

Çalakiya kon a li bajarê Hîldesehîm ê Elmanyayê di roja 2’an de ye.

Bi armanca balê bikişînin ser girvên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û ewlehiya wî li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê li pêşiya Dêra Jacokbî ya li navendê konek hate vedan û standa agahdarkirinê hate danîn.

Çalakiya kon a ji aliyê Komuna Jinan a Meryem a Hîldesheîmê ve hate organîzekirin,  li standê pankar tû dowîzên ku daxwazên Leyla Guven li ser in hatin vekirin. Belavok bi zimanên Elmanî hatin xwendin û belavkirin.

Çalakiya bi qasî 2 saetan dom kir heta roja Înê wê bidome.