Mûnzûr: Em ê zêdetir destûrê nedin şertên Îmraliyê!

Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr got, ''Em ê zêdetir nehêlin ku Rêbertî li Imraliyê bi van şertan bijî''. Munzur diyar kir, ''Berxwedanên greva birçîbûnê pêvajoyeke wiha ye ku divê were destekkirin, lê xwedî derkevin û were geşkirin''.

Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Munzur têkilî komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê û tecrîdê û berxwedanê ji ANF'ê re axivî...

'HETA RÊBERTÎ AZAD NEBE KOMPLO NEHATIYE ŞIKANDIN'

Mûnzûr got bi zelalî derketiya holê ku bi komploya 15'ê Sibatê hatiye xwestin ku Rêbertiya wan û Tevgera wan were tasfiyekirin, ji ber ku Rêbertiya wan li dijî rastiya Rojhilata Navîn û rewşa ku rastiya Kurd kirinê, serî rakirine, têkoşiyane û ev pirs kirine ku were xuyakirin, Rêbertiya wan û Tevgera wan bûye hedef lê bi têkoşîna mezin a li dijî komployê, dev ji tasfiyebûnê biqerin, di vî şerê cîhanê de bi rengê xeta sêyemîn bûye hêza herî karîger û got,''Rastiyek e ku em vê rewşê deyndarî Rêbertiya xwe ne ku ev ji 20 salan zêdetir e li gel pergala êşkenceyê ya li Imraliyê têdikoşe û deyndarî hevrêyên xwe ne ku li dijî vê komployê şerekî bêhempa dane û bûne fedaî.''

Mûnzûr bi domdarî got, ''Heta ku Rêbertiya me, gelê Kurd azad nebe em nikarin bibêjin ku ev komplo hatiye şikandin''.

'KURD BÊDENGIYA EWROPA JI BÎR NAKIN'

Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Munzur wiha domand,''Tecrîda girankirî ya ku îro li ser Rêbertiya me danîne, nîşaneya stratejiya li dijî Kurdan e. Vîna gelê Kurd li Imraliyê hatiye dîlgirtin, di nav şertên tecrîda girankirî de ye û ti bingehê wê yê hiqûqî tine. Ev tecrîda li ser Rêbertiya me li dijî gelê Kurd e.

Rêbertî pêşengê têkoşîna azadiyê ye. Vîna gel e. Bi milyonan mirov îmze kom kirin û dan. Çalakiyên bênavber kirin. Çi bû? Ewropa ku xwedêgiravî dibêje navenda demokrasî û mafê mirovan in çavê xwe ji vê re girtin. Helbet em ne li bendê ne ku di vê mijarê de tiştekî bikn. Lê Kurd ji bîr nakin ku têkoşîna mafdar a civakekê ev qasî ji nedîtî ve tên, çavê xwe ji komkuijyan re digirin.''

'JI KURDÊ AZAD RE DIBÊJIN NA'

Mûnzûrr li ser armanca pergala Imraliyê got, ''Rêbertiya me ne mirovekî jirêzê ye. Rêberê civakekê ye. Lîderê têkoşîneke rewa û mafdar e. Ji ber vê pergala Imraliyê her wiha pergaleke taybet e ku ev li gorî statûya Rêbertî hatiye çêkirin. Pergala Imraliyê pergaleke wiha ye ku vîna gelê Kurd lê hatiye girtin, di şertên giran ên êşkence û zextê de tê girtin, pergaleke wiha ye ku li ser her tiştê têkilî Kurdê azad gefa komkujiyê heye. Ji Kurdbûna noker, teslîmbûyî re erê dibêjin, ji Kurdên azad re, xwedî vîn re, ji Rêbertî, rêxistin û têkoîna wê re na dibêjin û dibêjin ew ê derfeta jiyanê nedin vê.''

'EM DIXWAZIN LI SER XAKA XWE BI AZADÎ BIJÎN'

Mûnzûr got çavê wan ne sînor, mal û milk û textê kesî de ye, ''em dixwazin li ser xaka xwe ya ku bi hezaran salan lê dijîn bêyî ku komkujî li ser me werin kirin, bi nasnameya xwe ya azad bijîn. Derbarê xwe hemû biryarên xwe em dixwazin bistînin.'' û domand, ''Rêbertiya me şerê vê da û ji bo ku zemînê ji vê re çêbike li ber xwe da. Ji bo vê bi komployê dîl hate girtin. Ji bo vê terroîst hate dîtin. Ji bo vê jî niha tecrîda giran li ser hatiye danîn.''

 'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU RÊBERTIYA ME ZÊDETIR BI ŞERTÊ ÎMRALIYÊ BIJÎ'

Mûnzûr li ser berxwedan û têkoşîna li dijî tecrîdê got, ''Em jî li dî pergala Imraliyê û armanc û ferzkirinê vê pergala Imraliyê ji bo azadiya Rêbertî, azadiya gelan şer dikin û em ê şer bikin. Em ê destûrê nedin ku Rêbertiya me zêdetir li Imraliyê bi van şertan bijî. Ji serî de em li dijî vê şer dikin, em ê şer bikin jî.

'DIVÊ EM REXNEDAYINÊ BIDIN'

Ev 20 sal in ev gel nesekinî, tim di çalakiyan de bû, tim têdikoşî. Li gel hemû êrîşan dîsa jî bi paş de gav neavêt. Gelê me pir têkoşer e, qedirzan e. Pir dilsozê nirxên xwe ye. Lê kêmasiye me ye ku serfiraziya ku gelê me heq kiriye, me hê neafirandiye. Leyla Guven rexnedayineke jidil û bi diristî da. Li bara Rêbertî divê em hemû rexneyê bidin. Ev rexnedayin jî divê bi çalakî û pratîkê be.'' û domand ''Em hewl didin ku pergala azadiyê ava bikin. Ev bes in? Xuya dike ku ne bes e. Diyar e ku hewce ye têkoşîn zêdetir were geşkirin û ji berxwedanê pê ve ti şansê me tine.''

'EV ŞERÊ GEL, BERXWEDAN GEL E'

Mûnzûr bi domdarî got têkoşîn bi rêxistinê, bi gel, bi civakê û têkoşîna wê heye û domand, ''Ev şer şerê gel e. Ev berxwedan berxwedana gel e. Bûye yê hemû civakê, hemû cîhanê. Gefê li pergalê dixwe. Ji ber vê sedemê ye ku komplo tim di rojevê de tê hiştin û êrîş didomin. Ji bo vê jî divê em hay ji plan û kirinên li ser gelê me û Rêbertiya me hebin û wiha têbikoşin. Dema ku em dibêjin, berxwedana giştî, em behsa vê dikin. Ji ber ku hemû hêzên pergalê bi ser me de tên û ji vê pergala qirkirin û komkujiyê bepris in. Herî pir jî dewleta Tirk a qirker û faşîst û hikûmeta wê berpirs e.

'EV PIRSGIRÊKA MANÛNEMANÊ YA ERDOGAN E'

Li Tirkiyê faşîzemeke giran heye. Faşîst helbet li bara dîrokê wê werin darizandin. Lê ev bi têkoşînê dibe. Ne ji ber xwe ve. Erdogan tim şerê li dijî me weke şerê manûnemanê dibêje. Lê pirsgirêka manûnemanê ya Erdogan heye ne ya Tirkiyê.''

'KESEK NIKARE BIBE DESTEKVAN, AZADIYA RÊBER APO PIRSIGRÊKA ME HEMÛYAN E'

Mûnzûr got grevên birçîbûnê parçeyek e ji   pêngava ''em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin'', got bi pêşengiya Leyla Guven bi bihistiyariyeke mezin, bi berpirsyarî û helwesteke rûmetdar pêk hatiye, reng daye pêvajoyê û divê bi hurmetdayinê were pêşwazîkirin û bi milyonan gel day per xwe, ew bawer dikin ku wê bi ser bikeve.

Mûnzûr domand, ''Lê çalakiyên ji bilî grevên birçîbûnê divê bi çalakiyên derve werin geşkirin. Çalakiyên ku wê werin kirin divê ne çalakiyên destekdayinê yên ji bo grevên birçîbûnê, zindanan, Leyla Guven bin. Di vê pêvajoyê de kesek nikare bibe destekvan. Em şerê manûnemanê dikin. Azadiya Rêbertî pirsgirêka me hemûyan e. Ev pêngava giştî ya gel e. Ji bo vê jî li zindanan û li hin qadan dibe ku pêvajoya ku bi grevên birçîbûnê berbiçav bûyî hebe. Lê bi esasî divê ev bibe hesabdayina faşîzmê,  li dijî şertên tecrîdê yên li ser Rêbertî bibe dengderxistineke radîkal û xurt, divê ev bibe girseyî. Şertên zextê, astengî divê me nedin sekinandin. Jixwe têkoşîn li devera ku zext lê heye tê kirin, li wir geş dibe divê geş bibe. Salên 90'î di şertên komkuj de jî gelê me serî hildida. Bi ser de niha em li ser zemînên meşrû têdikoşin. Cîhanê êdî mafdariya têkoşîna me qebûl kiriye. Mafdarbûn, meşrûbûna daxwaza bi serê xwe bes e. Hewcehiya me bi tiştekî dî tine. Divê em ji hinan hêvî nekin. Ciwan, jin, gelê me li her deverê li dijî van komkujiyan divê karibe rabe. Hêz û hişmendiya ku li dijî faşîzmê rêxistînî were kirin û serhildan were kirin, pêk hatiye.''

'NE PÊVAJOYA DESTEKDAYINÊ, PÊVAJOYA LÊXWEDÎDERKETINÊ YE'

Berxwedana li dora grevên birçîbûnê û giyanê fedaî yê ku ev pêvajo hewce dike ji hêla Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyên zindanan û çalakgerên Ewropa ve hate vegotin. Hate gotin ew ê bi paş ve gav neavêjin û di vê rêyê de berdal jî dane ber çavan. Li bara vê bawerî, vîn û biryardariyê divê her kes encex bi berpirsyariya xwe rabe û bi vê hewldanê be. Ji ber ku grevên birçîbûnê banga ji bo berxwedanê ye. Banga têkoşîn û azadiya giştî ye. Helwesteke wiha ye ku divê ev pêvajo bi giyanekî çawa û li ser kîjan bingehê were rêvebirin û karakterê têkoşînê jî datîne holê. Ji bo vê jî ne pêvajoyeke wiha ye ku were destekkirin divê xwedî lê were derketin û were geşkirin.''

'AZADIYA RÊBERTÎ AZADIYA JINAN E'

Li ser helwesta tevgera jinê ya li bara komployê Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Munzur got, ''Jinan gotin, ''Azadiya Rêbertî azadiya jinan e''. Beriya niha biryara desteya giştî ya KJK'ê ji bo azadiya Rêbertî pêvajoya pêngavê dabû destpêkirin. Niha hevkariya vê pêngavê dike. Heke mirov binere jin li dijî komployê tim di nav têkoşînê de bûn'' û domand, ''Rêbertî xebata geşkirina tevgera jinê bi rengê 'projeya min a nîvcomayî'' bi nav kiribû. Me tim hewl da ku vê proejeyê temam bikin û geş bikin.''

Mûnzûr got, ''Niha jî pêşengiya Leyla Guven a pêvajoyê, têkiliya xwe bi afirandinên Rêber Apo yên di qada jinê de heye, bi wê mîrateya re ku tevgera jinê di nav têkoşînê de ava kiriye, têkiliya xwe heye. Li Zindana bi sedan heval di çalakiyê de ne. Sebahat Tuncel, Selma Irmak û jinên din ên çalakger nûnerên vê helwesta birûmet in. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe  civaka klasîk hejandiye û pêşengiya guherîna mezin kiriye dest xwe.'' Munzur bi domdarî got, ''Ev rewş geşbûna projeya Rêbertiya me û jiyanîbûna wê ye. Jina azad û pêşengiya awê wê civaka azad ava bike. Azadiya rêbertî wê bi vê mîrateyê, vê vîn û ked û hêzê geş bibe.

'ŞERVANÊ HERÎ MEZIN Ê AZADIYA JINÊ RÊBER APO YE'

Jinan ti caran esareta  Rêbertî qebûl nekir û li dijî vê tim çalakî kirin. Ji çalakiyên fedaî bigirin heta bi çalakiyên demokratîk, li dijî komployê tim pêşengiya têkoşînê kirin. Jinên Kurd azadiya xwe deyndarî Rêbertiya xwe ne. Ji bo vê jî herî pir jin divê xwedî lê derkevin û li ser piyan bin. Dayik, xwîşkên hevalên ku li zindanan li ber xwe didin divê ji her kesî bêhtir lê xwedî derkevin. Herî pir jin mexdûrê vê faşîzmê, vê atmosfera tundiyê ya vê pegalê ne. Li pêşiya me 8'ê Adarê heye hilbijartin heye. Jin wê pêşengiya vê demê jî bikin. Hemû jin divê li dijî faşîzma Erdogan derkevin, ku dijminatiya jinê dike, tundiyê û koledariyê ferz dike. Jin divê li dijî zilamserweriyê dengê xwe bilind bikn. Bi xwedîderkirina li şervanê herî mezin ê azadiya jinê Rêber Apo divê têkoşîn were geşkirin. Encex wiha wê neyê hiştin ku komplo bi ser nekeve û negihije armanca xwe, Rêbertiya me û gel wê wiha azad bibe.''