Li Stockhomê jinan destek dane Leyla Guven

Li Stockholmê, paytexta Swêd jinên Kurd ji bo desteka li Leyla Guven, ku ev 100 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bernamyek danîn.

Di çalakiyê de ya li kuçeya herî şên Drottîngsgatanê, berêvarî bi banga Meclîsa Jinên Kurd çalakiyek hate kirin.  Jinan pankarta ku wêneyê Ocalan û çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê li ser hebûn û bi nivîsa 'ji tecrîdê re na, ji faşîzmê re na, ji Ocalan re azadî' vekirin.

NY, YE, CPT XWE KERR Û KOR Û LAL DIKIN

Ji bo ku bêdengiya cîhanê û civaka navnetewî were şermezarkirin, jinên ku dowîzên bi nivîsa Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û CPT'yê nivîsîbûn, ji sê jinan yekê jê devê xwe yekê jê guhê xwe û yekê jî çavê xwe girtibû û lîstika kerr û kor û lalan lîstin.

Jinên din jî bi peyv û hevokên cuda ji bo ku balê bikişînin ser wê ku çalakgerên grevê hatine rewşeke krîtîk, qêrîyan û banga bihistyariyê kirin.

BANGA PROTESTOKORONA KOMPLOYÊ

Ciwanên li derdorê bi çalakiyê re eleqedar bûn. Jinan gotin ew ê çalakiyên xwe bi rengên cuda bidomînin, bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê kirin ku di salvgera 20'an a komployê de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaan, saet 13.00'an li Stockholmê li Norra Bantorgetê ji bo çalakiya şermezariyê hazir bin.