JIN
Hemû Nûçe
-
Qamişlo: 8'ê Adarê roja jinan e ku ber bi serfiraziyê ve diçin
Yek ji Fermandara YJA Starê Sarya Qamişlo derbarê 8'ê Adarê axivî û got, "Berxwedan ku maneya 8'ê Adarê ye, heta îro maneya xwe geştir kiriye û bûye roja jinên ku ber bi serfiraziyê ve diçin." -
Li Baselê çalakiya piştgiriya bi penaberan re
Dewleta Tirk a ku berê bi hezaran penaberan da sînorê Yewnanistanê û qedexeya hikumeta Yewnan a li ser derbasbûna koçberan, li bajarê Basel ê Swîsreyê hate şermezarkirin. -
JCA: Azadiya Jinên Cihanê bi bilindkirina têkoşînê re gengaz e
"Ji bo têkbirina pergala baviksalarî yekane rê mezinkirin û birêxistinkirina têkoşînê ye. Em jin ên ciwan, bi bîr û baweriya ku me girtî, em ê meşa azadiya jin mezin bikin û teqez ber bi azadiya Rêber Apo ve bimeşin." -
Komîsyona jinan a KNK'ê 8'ê Adarê pîroz kir
"Em bi navê KNK'ê 8'ê Adara 2020'an li hemû jinên cîhanê piroz dikin û ji bo mayîndekirina destketiyên bi berdelên giranbuha hatine destxistin banga bilindkirina tekoşînê dikin." -
Swêd: Em ê heta serketinê têbikoşin
Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Evîn Swêd li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Em ê heta serketinê bi biryardarî têdikoşin." -
Li Ewropayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê dest pê kir
Jin li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin. -
YJŞ: Em jiyana azad ava dikin
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û got, “Em soza tolhildanê ya jinên Êzidî û jinên kedkar ên cîhanê ne” -
Li Melboûrneyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin
Li Melboûrneyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate pîrozkirin. -
Li Îdir û Wanê çalakiyên 8’ê Adarê
Li Îdirê di çarçoveya 8’ê Adarê de şahiyeke jinan hate lidarxistin. Li Wanê jî belavok hate belavkirin. -
‘Jinan dinya ava kirin wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin’
PAJK: Em hemû jinan bi têkoşîna 8’ê Adarê silav dikin û bangî berxwedanê dikin. Jinan dinya ava kirin, wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin. -
Meclîsa Jinên Êzîdî 8'ê Adarê pîroz kir
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir, bal kişande ser komkujiya jinên Êzîdî ya bi destê DAÎŞ'ê û got,''Ev femînîsîd e.'' -
Rûken: Berxwedana jinê wê faşîzmê û tecrîdê bişkîne
Endama Koordînasyoan KJK'ê Zerîn Rûken got, ''Berxwedana jinê wê azadiyê bîne, tecrîdê û faşîzmê bişikîne.'' Rûken her wiha got, ''Potansiyela me mezin heye û dema wê ye ku em vê bikaranîn.'' -
Dayikên Şemiyê jinên hatine windakirin bibîr anîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 780’ê de ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên dema destgîrkirî hatin windakirin, bibîr anîn. -
Şervanên jin: Em 8’ê Adarê bikin roja bilindkirina tekoşîn û berxwedanê
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir û Suryan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li jinên têkoşer û hemû jinên cîhanê pîroz kir. -
'Civaka azad wê bi giyanê berxwedêr yên jinan were afirandin'
YJA Starê 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên ku li cîhanê li dijî pergala serwer têdikoşin pîroz kir, hemû şehîdên bi têkoşîna azadiyê dîroka jinê û bîra wê afirandine bi bîr anî. -
YPJ: Şoreşa jinê wê bi tekoşîn û parastina cewherî misoger bibe
Fermandariya Giştî YPJ:8’ê Adarê her sal bi tekoşîn û xwe rêxistinkirina jinan wateyek nû qezenç dike. Bi şoreşa rojava re, di encama ked, berdêl û tekoşîna 9 salan a bi pêşengiya jinên ji hemû pêkhatiyên li Sûrî dijîn destkeftiyên bêhemba hatin avakirin. -
YJAD’ê 8’ê Adarê pîroz kir
YJAD a 8’ê Adarê pîroz kir bang li hemû jinan kir ku dengê xwe bikin yek. -
TJA: Em 8'ê Adarê bikin mewziya berxwedanê
TJA'yê bang kir li dijî desthilatên dijminên gel û jinan 8'ê Adarê qadan bikin mewziyên berxwedanê. -
Aktivîsta TJA'yê Bilgîn: Ev 8'ê Adarê ji bo jinan pir girîng e
Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê got, ''Ev 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd pir girîng e. Ji ber ku pêşengên serdemê em jin in.'' -
Jinên Kurd ê Ermenistanê ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek dan
Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ên li Ermenistanê xebatê dikin di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li gundê Dêrik a herêma Elegezê ku piranî Kurdên Êzidî lê dijîn, daxuyaniyek da. -
Li Binarê Qendîlê bi şahiyekê 8’ê Adarê hate pîrozkirin
Di pêşengiya RJAKû Rêxistina Niwêger de, li gundê Derekotir a Binarê Qendîlê, bi dirûşma ‘Têkoşîna jinan xwebûn e, berxwedan e û jiyan e’ bi şahiyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hat pîrozkirin. -
8’ê Adarê li Rûsyayê hate pîrozkirin
Jinên Kurd û Rûsî 8’ê Adarê pîroz kirin. -
TAJÊ 8'ê Adarê pîroz kir
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û diyar kir, ku wê bi rihê 8'ê Adarê jinên Êzidî rizgar bikin û xweseriya Şengalê misoger bikin. -
Li Berlîn û Stûttgartê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Berlînê bang hat kirin ku tevlî meşa 8'ê Adarê bibin, li Stûttgarê jî jinên ciwan semîner dan. -
Ji kovara Jineolojiyê hejmara taybet a bi Îngilizî
Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hejmareke taybet a bi Îngilîzî ya Kovara Jineolojiyê amade kir.