YJŞ: Em jiyana azad ava dikin
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û got, “Em soza tolhildanê ya jinên Êzidî û jinên kedkar ên cîhanê ne”
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û got, “Em soza tolhildanê ya jinên Êzidî û jinên kedkar ên cîhanê ne”
Yekîneyên Jinên Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“8’ê Adarê roja geşkirina têkoşîna li hemberî feraseta desthilatdar û serweriya mêran e. Li hemberî ferasetên ku DAÎŞ kiriye belaya serê jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê, YJŞ ji her demê zêdetir li ser xwe dide. Ji Rozayan, heta Clara, Sara, Bêrîvan, Arîn, Nazê, Hevrîn Xelef, Zîn em hemû sembolên berxwedanê yên bi bîr tînin û di şexsê şehîdên şoreşê de, li ser navê jinên Êzidî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin.
Kapîtalîzma hov êrîş biriye ser Şengal, Xenasor, Efrîn û Serêkaniyê. Peywira jinan ev e ku ji rewşa temaşeyê derkeve , li ber xwe bide û hebûna xwe biparêze.
Divê were zanîn ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de Têkoşîna Jinan a Azadiyê dike hedef. Piştî şewata li Îmraliyê tê dîtin ku, feraset dixwaze peyamê bide jinan. Lê divê were zanîn ku wê zarokên agir û rojê bersivê bidin.
Em jinên YJŞ’ê diyar dikin ku, em soza tolhildanê ya jinên Êzidî û ya jinên kedkar ên dinyayê ne. Em natirsin û em avakirina jiyana azad didomînin. Em ê peywirê xwe yên li hemberî Şehîd Vînar, Şehîd Têkoşîn, Şehîd Nûjiyan, Şehîd Jiyana û Şehîd Bêrîvan pêk bînin ên ku peywira vê avakirina pîroz dane me.”