Li Binarê Qendîlê bi şahiyekê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Di pêşengiya RJAKû Rêxistina Niwêger de, li gundê Derekotir a Binarê Qendîlê, bi dirûşma ‘Têkoşîna jinan xwebûn e, berxwedan e û jiyan e’ bi şahiyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hat pîrozkirin.

Li Binarê Qendîlê di pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) de bi dirûşma, ‘Têkoşîna jinan xwebûn e, berxwedan e û jiyan e’ bi tevlîbûna sedan jinan 8'ê Adarê hate pîrozkirin. pêk hat. Di şahiyê de li gel peyamên aliyan, stran û aktîvîteyên cuda jî hebûn

Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatin xemilandin. Bi sedan welatî bi cil û bergên Kurdî ji bajarên Silêmanî, Hewlêr, Dihokê, Germiyan û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn.

Di pîrozbahiyê de peyama KJK’ê ji aliyê Awaz Mihemed, peyama RJAK’ê jî ji aliyê Soma Ferhad ve hat xwendin.

‘DÎROKA DEWLETA TIRK LI SER KOMKUJIYÊN GELAN HATIYE AVAKIRIN’

Di peyama KJK’ê de ev hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst a dîroka wê li ser komkujiya gelan û qirkirina jinan ava bûye, li hember gelê Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşeke berfireh daye destpêkirin. Li gel hemû komên terorîst ên weke DAÎŞ û El Qaîde hewl dide li ser navê azadiyê çi hebe ji holê rake.”

‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ WÊ BI PÊŞENGTIYA JINÊ DEWAM BIKE’

Mixabin li Başûrê Kurdistanê jî hinek kes bi pereyan sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin. Pêwîst e her kes baş zanibe ku gerîla keç û kurên vî gelî ne. Eger gerîla nebe mînaka li Şengalê rû da wê li her cihê Başûrê Kurdistanê dubare bibe. Bila dijminên Kurd baş bizanin, têkoşîna azadiyê wê di pêşengiya jinan de berdewam bike. "

BERXWEDAN BELAVÎ HER DERÎ BÛYE

Her wiha di peyama RJAK’ê ya ji aliyê Soma Ferhad ve hat xwendin de, hat diyarkirin ku jinên Kurd ji bo tevahî jinên cîhanê pêşengiyê dikin û wiha hat gotin: “Ji Ewropa, Emerîka heta Efrîkayê jin ref bi ref tevlî têkoşîna me dibin. Li ser xaka Kurdistanê nasnameya şehîdbûnê werdigirin. Bêguman ev destketî di encama gelek berdêlan de pêk hatin. Em dikarin bêjin ku ev xwedîderkatina şoreşa jinên Kurdistan a li şehîdên bajarê New Yorkê ye.”

Şahî paşê bi stranên Hunermend Denîz Deman, Koma Muzîkê ya Destîna Qendîl, Koma Solîn û çend komên din berdewam kir.

Di dewama pîrozbahiyê de peyamên çend rêxistin û hizbên Başûrê Kurdistanê jî hatin xwendiin.

Pîrozbahî bi stranên hunermend Rojgar û dirûşmên, “Jin jiyan azadî” û “şehîd namirin” bi dawî bû.