Komîsyona jinan a KNK'ê 8'ê Adarê pîroz kir

"Em bi navê KNK'ê 8'ê Adara 2020'an li hemû jinên cîhanê piroz dikin û ji bo mayîndekirina destketiyên bi berdelên giranbuha hatine destxistin banga bilindkirina tekoşînê dikin."

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hezaran sal in jin li hemberî hişmendiya baviksalarî berxwedan û tekoşîna xwe didomîne. Jin herî zêde di serdema kapîtalîzm û sîstema netewdewletê de ji nirx û azadiya xwe hate dûrxistin."

KNK'ê diyar kir ku desthilatdaran her tim bi kolekirina jinê tevahiya civak ji bo bicihanîna berjewendiyên xwe weke amûrekê bi kar anî û destnîşan kir, heta jin azad nebe civak jî azad nabe."

Bi dewamî hate gotin, "Îro roj bi taybetî Kurdistan û Rojhilata Navîn li her deverê cîhanê şerekî bê pergal û derveyî sinc û nirxên mirovahiyê tê meşandin. Di vî şerî de carek din ên ku herî zêde êş û azar dikişînin jin û zarok in. Di her serdemê de yên ku herî zêde li hember êrîşên desthilatdaran re rû bi rû dimîne jina azad û destketiyên wê ne. 

Tevgera azadî di despêka tekoşîna xwe heya îro girîngiyeke pir mezin da azadiya jinê. Di bin banê tevgera azadî de li erdnîgariya Kurdistanê de li hemberî hişmendiyekî kevneperest û baviksalarî berxwedanek bêhempa ji aliyê jinên azad ve hate dayîn. Bi têkoşîna hezaran jinên weke Sakine, Rojbîn, Ronahî, Zîlan û Arînan tekoşîna jina azad îro gihaştiye merheleyek pir bilind. Em bi bawer û hêvî ne ku ew têkoşîna wan pakrewanan bi bîrdoziya Neteweya demokratîk dayî meşandin wê bi xwe re yekrêzî û yekîtiya gelan bide avakirin û aramî û wekhevî yê pekan bike. 

Şoreşa Rojava jî li ser vî esasî pêk hat. Şoreşa Rojava heman demê de wekî Şoreşa Jin li tevahî cîhanê hate nasîn û hembêzkirin. 

Bi fedakarî û berxwedana hemû jinên pêkhateyên Rojava têkoşîna azadiya jinê îro roj gihaştiye astekî bilind. Em wekî KNK 8'ê Adara 2020'an li hemû jinên cîhanê piroz dikin û ji bo mayîndekirina destketiyên bi berdelên giranbuha hatine destxistin banga bilindkirina tekoşînê dikin."