TJA: Em 8'ê Adarê bikin mewziya berxwedanê

TJA'yê bang kir li dijî desthilatên dijminên gel û jinan 8'ê Adarê qadan bikin mewziyên berxwedanê. 

TJA'yê derbarê 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyeke niviksî da.

TJA'yê êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li ser jinan, bi bîr xist û got,''Li dijî van êrîşên giştî tekane mîsogeriya me rêxistinîbûn, hevgirtin û berxwedan e. Ji ber vê em bi dirûşma, ''jin rêxistiniya berxwedanê dikin, ber bi azadiyê ve rê ve diçin'' em îsal dikevin 8'ê Adarê.

'FELSEFEYA OCALAN ÇARESERÎ YE'

TJA'yê diyar kir bi şoreşa jinê ya li Kobanê,Şengal û Minbicê, destkeftiyên dîroka têkoşînê ya jinê gihaye asteke jortir  û got, ''Li Kurdistanê pirsa azadiya jinê, bi felsefe û polîtîkaya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan li navvenda azadiya civakî hatiye bicihkirin û bi armanca azadiya gerdûnî re hatiye yekkirin. Bi rojanekirina li ser koka xwe ya têkoşîna azadiya jinê ya li ser van xakan, bi şoreşa Rojava re gihaye asteke girîng.''

TJA'yê got ji Clara, Rosa, Sara, Sêvê û Hevrîn Xelefan ve ew têkoşînê li dijî polîtîkayên îmha û înkarê geş dikin û didomin û domand, ''Li ber tecrîdê, faşîzmê, zayendîparêziyê me serê xwe netewandiye, li hemû qadên jiyanê bi biryardariya rêxistiniyê me xebatên xwe domandiye.''

TJA'yê herî dawî bang li hemû jinan kir, ku,''li dijî desthilatên dijminên jinan û gel'', li dijî patron, paşverûyên ku çav berdane destkeftiyên dîrokî yên jinan, kujer, parêzvanên tacîzkaran, jiyana azad ava bikin, tora têkoşîna hevpar geş bikin û li qadên mewziyên berxwedanê li hev bigihin hev.