Li Berlîn û Stûttgartê çalakiyên 8'ê Adarê

Li Berlînê bang hat kirin ku tevlî meşa 8'ê Adarê bibin, li Stûttgarê jî jinên ciwan semîner dan.

Li paytexta Elmanayê Belînê û li Stûttgartê ji bo 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakî hatin kirin.

BERLÎN
Jin li Berlînê ser navê Organîzasyona Alliance of Internationalist Feminists li ber avahiya şaredariya navçeya Neukollnê hatin cem hev, belavok belav kirin û bal kişandin ser giringiya 8'ê Adarê.

Di çalakyê de flamayên Tevgera Jina Kurd TJK-E'yê hatin vekirin û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd a li Rojhilata Navîn û cîhanê hate vegotin.

Di çalakiyê de Suzanna Rosslîng axivî, diyar kir ew ê Yekşemê saet 15.00'an li S-U Warschaur Strassê komî ser hev bibin. Suzanna got, ''Em dixwazin pirsgirêkên tevgera jinan a cîhanê û nexasim keda têkoşîna azadiyê ya tevgera jinên Kurd a li ser têkoşîna azadiyê vebêjin.''

STUTTGART

Li Stûttgartê jî Xwendekarên Jinên Kurdistanê (JXK) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) 8'ê Adarê pîroz kirin.

Di çalakiyê de semînereke bi navê, 'Ji me re çîrokan nebêje' hate dayin. Di semînerê de jinên ciwan behsê kinin bê ka rolên çawa li wan têne ferzkirin û bal kişandin ser metodên şerê taybet ên li ser jinan.

Di semînerê de hate gotin ji çîvanokan bigirin heta bi medyaya sosyal hewl tê dayin ku dirûvekî bidin jinan.

Di semînerê de her wiha jian cihêkarriya ku rojane dijîn û analîzên xwe vegotin.