Şervanên jin: Em 8’ê Adarê bikin roja bilindkirina tekoşîn û berxwedanê

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir û Suryan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li jinên têkoşer û hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Bajarê Til Temir, bi taybetî jî eniyên berxwedanê bi rojane rastî êrîşên gelekî dijwar tên. Şevê din jî artêşa Tirk a dagirker bi rengek dijwar êrîşê gundê Um El kêf kir û zerareke mezin giha mal û milkên şêniyên gund. Li hember van hewldanên dagirkeriyê ku yek rojê jî ranewestiyane şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir û şervanên Meclîsa leşkerî ya Suryanî parastina xaka xwe dikin.

Şervana Meclîsa Leşkerî ya Til Temir Zîlan Til Temir û endama Meclîsa leşkerî ya Suryanî Zenûbya bal kişandin ser van êrîşan û dan diyarkirin ku li tevahî eniyên Til Temirê berxwedaneke bê hempa tê meşandin.

Şervanan bi wesîleya roja 8’ê Adarê jî peyamên girîng dan û wiha gotin; “Îro em jinên Kurd, Ereb û Suryan mil bi mil welatê xwe diparêzin. Îro li bajarê Til Temirê ku bûye mozaîka gelan, jin pêşengiya Berxwedana Rûmetê dike. Bi wesîleya roja jinên karkerên cîhanê em bang li hemû jinan dikin ku rêxistinbûna xwe xurtir bikin da ku xwe û welatê xwe ji her awayî êrîşan biparêzin.”

‘PÊWÎSTE JIN PARASTINA XWE YA CEWHERÎ XURTIR BIKE’

Endama Meclîsa leşkerî ya Suryanî Zenûbya anî ziman ku îro bajarê wan rastî dagirkeriyeke giran tê û bang kir ku hemû jin bi wesîleya roja 8’ê Adarê tekoşîna xwe, berxwedana xwe bilintir bikin. Zenûbya di peyama xwe de bal kişande ser van xalan; “Ez gelekî serbilind im ku roja 8’ê Adarê de di çeperên berxwedanê de pêşwazî dikim û parastina hemû jinan û ya gelê xwe dikim. Îro em di şopa çanda berxwedaniya jinên cîhanê de şerê azadiyê dimeşînin. Ev ji bo me cihê şanaziyê ye. Raste di roja îro de hişmendiya zilamê desthiladar bi rengek hovane bi ser me ve tê, lê em li hember vê di nava berxwedanê de ne. Îro em jin ji hemû pêkhateyan mil bi mil tekoşîna xwe bilintir dikin û bi çalakiyên xwe bersiva her awayî êrîşan didin. Ji ber wê ez bang li tevahî jinên bakur û rojhilatê Sûrî dikim ku bi taybetî di warê xweparastinê de û di her warî de xwe bi rengek xurt ava bikin ku em bi hevre şoreşa xwe ya azadiyê mayînde bikin. Ez vê roja pîroz ya 8’ê Adarê jî li hemû jinan bi hêviya rojên azad pîroz dikim.”
‘BINKEFTINA XÎLAFETA DAÎŞ’Ê BÛ SERKEFTINA JINÊ’

Şervana Meclîsa Leşkerî ya Til Temir Zîlan a ku ji bajarê Til Temire û ji destpêka şoreşê de cihê xwe di nava hêzên parastinê de digire.

Zîlan roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û bal kişande ser van xalan; “Ez roja 8’ê Adarê li Rêber Apo ku ked û xebateke pîroz ji bo azadiya jinê da meşandin pîroz dikim. Her wiha li hemû jinên cîhanê, bi taybet jî li hemû şervanên jin ku îro di çeperan de parastina welatê xwe û ya hemû jinan dikin, pîroz dikim. Îro em jî li bajarê Til Temirê li hember dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê cihê xwe di çeperan de digrin û parastina bajarê xwe dikin. Vaye em îro jinên Suryanî, Kurd û Ereb bi hev re hem tekoşîn hem jî jiyaneke bi wate parve dikin.

Weke jin em ji hêza xwe bawerin. Ti pêdiviya me bi hêzeke derve nîne. Bi rastî jî weke zarokên vê xakê em îro bi rengek xurtir vê demê pêşwazî dikin. Em bawerin ev hevgirtina me, wê bibe bingeha serkeftina me jî. Çawa ku li Dêra Zorê çeteyên DAÎŞ’ê çong li hember şervanên YPJ’ê tewandin û binkeftina xîlafeta DAÎŞ bû serkeftina hemû jinan, bo tolhildana ji hemû jinan re, em ê jî li bajarê xwe dawî li her awayî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk bînin. Bi vê boneyê ez jî roja tekoşîna mezin a jinan roja 8’ê Adarê li hemû jinên tekoşînvan pîroz dikim û em soz didin her jineke ku îro rastî zilm û zordestiyê tê, emê bi şerê xwe, bi rêxistinbûna xwe ya bilind tola wan hilînin û siberojên azad diyarî wan bikin.”