Ji kovara Jineolojiyê hejmara taybet a bi Îngilizî

Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hejmareke taybet a bi Îngilîzî ya Kovara Jineolojiyê amade kir.

Ji bo hejmara taybet a kovarê, edîtoriya Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê hin nivîsên ji 16 hejmarên kovarê yên heta niha hatine weşandin, hatin tercûmekirin.

Yekemîn hejmara taybet a kovarê di 8'ê Adara 2019'an de bi Tirkî hatibû weşandin.

Hejmara taybet a bi Îngilîzî perspektîfên Jineolojiyê radixe pêş çavan.

Di hejmara taybet de Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê gotarek li ser rexneya jineolojiyê ya li zanyarên civakî, pêwendiya bi tevgera jinên Kurd amade kiriye.

Di hejmara taybet de her wiha nêrîn û lêkolînên tevgerên jinan ên ji cografyayên cuda jî hatin weşandin.

Hejmara taybet a Îngilîzî bi karekî kolektîf ê komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê bi komîteyên jineolojiyê yên Elmanya, Spanya, Îtalya û Îngilistanê hate amadekirin.

Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê spasiya amadekarên hejmara taybet a kovarê kir û ji bo kesên ku dixwazin hejmara taybet a Îngilîzî ya kovarê bi dest bixin ev mail parve kir: [email protected] ve jineolojicenter@riseup