Swêd: Em ê heta serketinê têbikoşin

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Evîn Swêd li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Em ê heta serketinê bi biryardarî têdikoşin."

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Evîn Swêd bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhan ji ANF'ê re qala asta rêxistinbûnê ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Swêd destnîşan kir, şoreşa Rojava ku bi salan e bi pêşengiya jinan û bi berdêlên giran tê meşandin û bûye malê cîhanê, şoreşeke jinê ye. Swêd got, "Ji ber ku jin li her qada jiyanê bi rengekî çalak di nava şoreşê de cih girtin û têkoşiyan."

Swêd got, "Lewma hem di nava civaka Kurd de hem jî li nava civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hebûna jinê nayê înkarkirin. Şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, bi hewldan, berxwedan û kedeke mezin a jinan pêk hat. Tevî vê yekê di nava vê pêvajoya şoreşê de li nava civakê guhertin çêbûn, ku civak niha baştir pê dihese."

ROLA JINÊN KURD A LI NAVA ŞOREŞÊ BANDOR LI GELAN HEMÛYAN KIR

Evîn Swêd diyar kir ku rola jinên Kurd a li nava coreşê bandor li gelan hemûyan kir û got, "Di sala 2013'an de jinên Suryan yekemcar rêxistinbûna xwe kirin. Her wiha jinên Ereb ku bi salan neçar man di nava zilm û zordariya DAÎŞ, Cephet El Nûsra û çeteyên mîna wan de bimînin, ketin bin bandora rêxistiniya jinê ya li qada şoreşê. Û li qadên azadkirî Reqa, Tebqa û Dêra Zorê, jinan cihê xwe di nava vê rêxistinbûnê de girtin. Ev yek ji bo jinên Kurd hem moral e hem jî ji bo berfirehkirina rêxistiniyê fikrekî dewlemend e."

'ME PERWERDEYÊN HEVPAR ÊN JIN Û MÊRAN PÊK ANÎN'

Swêd bal kişand ser perwerdeya di bin sîwana Kongreya Star de tên lidarxistin û got, "Perwerdeyên me bi giranî li ser parvekirina tecrûbeyên li nava jiyanê û pratîkê ne. Ji sla a2005'an û vir ve perwerdeyên ku bi Yekîtiya Star dest pê kirin, ji bo Kongreya Star têrker nînin. Ji ber ku jiholêrakirina zîhniyeta ku bi hezaran salî afiriye, nepêkane ku di nava çend mehan de pêk were. Ji ber vê yekê jî perwerde wê karekî her timî be. Divê mirov guhertina li nava civakê timî bişopîne û li gorî wê çareseriyê biafirîne."

Swêd destnîşan kir ku kesên ew pê re nîqaş dikin û tevlî perwerdeyê dikin jin tenê nînin û got, "Divê mirov analîz bikin ku zîhniyeta baviksalarî bi çi rengî bandorê li jinan dike û mejiyekî bi çi rengî diafirîne. Me perwerdeyên hevpar li dar xistin ku jin û mêr bi hev re lê perwerdeyê dibînin. Li Efrîn û Kobanê me perwerde ji bo mêran amade kirin. Nirxandinên mêran ên tevlî van perwerdeyan bûn gelekî balkêş bûn. Me weke tecrûbeyekê dest bi vê kir û em dixwazin hîn xurtir bikin."

'ME KARÊ DÎPLOMASIYÊ DESTPÊKÊ JI NAVA XWE DEST PÊ KIRIN'

Evîn karê dîplomasiyê yê Kongreya Star jî nirxand û anî ziman ku wan destpêkê dîplomasî li nava xwe dest pê kirin, bi eşîrên Ereb, Suryan û li nava civakê dest pê kirin.

Swêd got, "Bi vî rengî yekîtiyek hate avakirin. Bi giranî li nava rêveberiya xweser bi pêş ket. Bêguman ev yek ji bo Kongreya Star têrker nîne. Ji ber ku Kongreya Star dixwaze hem li Kurdistanê hem jî li tevahiya cîhanê xwe bigihîne jinan. Di şerê Efrîn û Serêkaniyê de bi dîtina min rola dîplomasiyê gelekî bi bandor e. Komîteyeke taybet a ji bo parastina şoreşa Rojava hate avakirin ku ji jinan pêk tê. Ev komîte jî ji jinên tên serdana Rojava û li ser Rojava dinivîsînin pêk tê. Li nava 33 welatan hene. Çalakiyên vê komîteyê yên ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re didome."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK

Evîn Swêd bi dewamî êrişkarî û dagirkeriya dewleta Tirk nirxand û got, "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinê êdî li tevahiya cîhanê bi rengekî vekirî tên dîtin. Destpêkê çeteyên DAÎŞ'ê yên ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk êrişeke mezin li jinan kirin. Ji bo vê jî bi taybetî êrişî Şengalê kirin. Lê belê piştî ku DAÎŞ li Baxozê bi rengekî fermî qediya, dewleta Tirk vê carê bi xwe yekser dest bi êrişê kir."

Swêd ragihand, li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî jin dibin hedefa her şêwe kiryaran û got, "Jinên Êzidî, Suryan û Ermen neçar tên hiştin ku serê xwe binixumînin. Ji ber ku tecawiz, kuştin û êşkence li wan tê kirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji bo şoreşê tine bike destpêkê dixwaze jinan tine bike ku jin pêşêng û parastvanên şoreşê ne. Lê belê wê nikaribe vê bike."

Swêd destnîşan kir, YPJ çawa ku heta niha di parastina civakê de bi rola pêşengiyê rabû û DAÎŞ qedand, niha jî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan dide.

Swêd got, "Êrişên ku 9'ê Cotmehê dest pê kirin ne tenê li dijî Girê Spî û Serêkaniyê bûn. Êrişeke gelekî berfireh bû. Hedefa xwe heta Şengalê bû. Berxwedana jinê, hem bi şexsê YPJ'ê de hem jî di şexsê Kongreya Star de, her wiha sekna saziyên jinan ên navneteweyî li pêşiya vê êrişê bûn asteng."

'EM Ê HETA SERKETINÊ BI BIRYARDARÎ TÊBIKOŞIN'

Swêd anî ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê dema pêş bi rengê cuda dewam bikin û got, "Ji ber ku gef didomin. Lê belê sekn û têkoşîna jin ên berxwedêr ên welatparêz jî dewam dike ku bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji bo jinanên cîhanê. Saziyên jinan ên li cîhanê êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin û yekîtiya navbera van saziyan nîşan dide ku destketiyên me jinan hemûyan yek e. Ji ber vê yekê li dijî êrişên li hemberî me tên kirin, em ê jî bi hev re berxwedana xwe ya li dijî baviksalarî û dagirkeriyê mezin bikin û vê têkoşînê heta serketinê bi biryardarî bidomînin."