Aktivîsta TJA'yê Bilgîn: Ev 8'ê Adarê ji bo jinan pir girîng e

Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê got, ''Ev 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd pir girîng e. Ji ber ku pêşengên serdemê em jin in.''

Pîrozbahiyên 8'ê Adarê îsal li 10 rojan hatin berbelavkirin, roja 8'ê Adarê bi mîtînga ku wê li Amedê Stesyonê were kirin, wê bidawî bibe.

Mîtîng wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bibe, ji gelek bajarên Kurdistanê wê tevlêbûn çêbibe, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî wê hazir be.

Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn got ji ber ku Dersim xwedî mîrateya berxwedanya dîrokî îsal pîrozbaiya 8'ê Adarê li wir dest pê dike, bi berdewamî got pêşengiya berxwedanên navborî jinên Dersimî dikin û got, van demên dawî ji bo ku ew aliyê berxwedaniyê were şikandin, polîtîkayên taybet ên asîmîlasyonê têne şixulandin.

ÇIMA DERSIM?

Bîlgîn polîtîkayên li ser wargehên lêrazanê yên dibistanan û Gulîstan Doku ku ev 2 meh in agahî jê nayê standin bi bîr xist û got, ev jî nîşan dide bê ka çendî biryareke rast e ku ew pîrozbahiyên 8'ê Adarê li Dersimê didin destpêkirin.

Bîlgîn bi bîr xist ku Doku hê jî nehatiye dîtin û bi vê jî tê xuyakirin di vê bûyerê de polîs, walî û qeymeqam bêdeng mane û ev jî nîşan dide ku şopên bûyerên diçine ser wan. Bîlgîn got, ''Pergal li Dersimê bi zanebûn ji bo ku berxwedaniya jinê bişkîne polîtîkayan dike. Me jî, ji bo ku em nîşan bidin jin ne tenê ne û ji bo ku bi rêxistinî em wan bînin cem hev me pîrozbahiyên xwe yên 8'ê Adarê li Dersimê da destpêkirin. Ji ber ku li wan deran çanda berxwedanê ya ji Besê heta bi Sarayan heye.''

Bîlgîn got wan ji bo heftiya 8'ê Adarê gelek bernameyên çalakiyan hazir kiirine lê hin xebatên wan ji hêla amîrên milkî ve hatine qedexekirin û got ,''Nexasim Walîtiya Amedê heta 14'ê mehê çalakiyên me yên li qadên servekirî qedexe kir. Ji ber vê me nekarî çend şahiyên xwe çêbikin. Ji bilî vê me hemû bernameyên din çêkirin.''

'PÊŞENGÊN SERDEMÊ EM JIN IN'

Bîlgîn got jina Kurd bi têkoşîna nasnameya netewî dest bi têkoşînê kiriye û her wiha têkoşîna nasnameya cinsiyetê jî dike. Bîlgin zext û zordariyên li nav malê û li derveyî malê ya li ser jinan bi bîr xist, Hevrîn Xelef a ku ji ber nasnameya wê ya polîtîk hatibû şehîdkirin bi bîrê anî û got, ''Ji ber vê, jinên Kurd divê bi hemû jinên rêxistinî re divê tora têkoşînê ya hevpar geş bikin. Ji ber vê ev 8'ê Adarê pir girîng e. Ji ber ku pêşengên serdemê em jin in.''

BANG

Bîlgîn herî dawî bang li hemû jinan kir ku tevlî pîrozbahiyên 8'ê Adarê bibin û got, ''ziman, dîn, nasname û nîjada xwe çi dibe bila bibe em li bendê ne ku hemû jin bi daxwaza azadiyê werin qadan.''