Qamişlo: 8'ê Adarê roja jinan e ku ber bi serfiraziyê ve diçin

Yek ji Fermandara YJA Starê Sarya Qamişlo derbarê 8'ê Adarê axivî û got, "Berxwedan ku maneya 8'ê Adarê ye, heta îro maneya xwe geştir kiriye û bûye roja jinên ku ber bi serfiraziyê ve diçin."

Yek ji fermandara YJA Starê Sarya Qamişlo derbarê 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê axivî. Qamişlo got, ew gerîlayên YJA Starê bi têkoşînê, li nav mewziyên şer 8'ê Adarê pîroz dikin.

Qamişlo got, ''Di şexsê Sara, Zîlan, Bêrîtan, Çîçek û Delalan de hemû şehîdên şoreşê bi minet bi bîr tînim'' û domand, ''Em hêzên YJA Starê 8'ê Adarê bi têkoşîneke mezin, li mewziyên şer pêşwazî dikn. Ji Bakurê Kurdistanê heta bi Başûr, ji Xakurkê heta bi Heftanînê di mewziyên şer de, li xetên pêş ên şer bi coşa têkoşînê 8'ê Adarê pîroz dikin. 8'ê Adarê li dijî dagirkeriyê û hişmendiya tinekirinê çalakiya bûyinê û azadiyê ye, roja têkoşîn û şer e.''

JIN DIVÊ 8'Ê ADARÊ BI LÊGERÎNÊ PÊŞWAZÎ BIKIN

Qamişlo got pergala baviksalar bi hezaran sal in hewl dide ku jinê tine bikeû got, 'Rêber Apo nîşan da ku jin têk nçûne. Jin hê jî xwedî gewher û vîneke mezin e. Bi hezaran sal in her çendî êrîş li ser vîn û ramana wê hebe jî nekarîne ku rastî û vîna jinê tine bikin.''

Qamişlo têkilî maneya 8'ê Adarê ya ji bo wiha got: ''8'ê Adarê ji bo me têkoşîna dijî pergala desthilatdarîxwaz, geşkirina qadên berxwedanê, mane û hewcehiya jinbûyinê ye. Di roja berdest de hemû cîhan bi rengekî berbiçav berxwedana jinê dibîne û dibe şahid. Em hêzên YJA Starê 8'ê Adarê li qadên berxwedanê, bi geşkirina berxwedanê pêşwazî dikin. Hemû jin divê 8'ê Adarê bi lêgerîneke wiha pêşwazî bikin û berê xwe bidin qadên berxwedanê.''

JINÊN KURD HER GAVA XWE BI FELSEFEYA AZADIYÊ DERBAS DIKIN

Fermandaya YJA Starê bal kişande ser têkoşîna jinên Kurd û got, ''Têkoşîna bêhempa ya jinên Kurd ku ev 40 sal in didomînin û berdêlên mezin ku didin, ji bo azadiya jinê xwedî maneyeke mezin e. Ji ber vê jinên Kurd divê hay ji vê hebin û bi vê bepirsyariyê tevbigerin. Ji ber ku têkoşîna jinên Kurdi rewşa pêşengiyê ye û yek ji wan mînakên mezin e ku ji nav geşedên şoreşî ku jinan bi têkoşînê afirandine'' û got, ''Jinên Kurd her gava jiyana xwe bi felsefeya azadiyê derbas dikin, haya jê heye ku bi guherîn û veguherandina xwe dikare civakê ava bike.''

Qamişlo derbarê têkoşîna YJA Starê jî got: ''Em hêzên YJA Starê bi wê lêgerîn û têkoşînê ne ku em peywira ku dikeve ser me bi cih bînin. Dîrokeke me ya dirêj a berxwedanê heye. Bi tecrûbeya têkoşîna me ya domdirê û bi eşqa li azadiyê têkoşîna me her roja ku diçe mezintir dibe. Performansa şer a ku hêzên YJA Starê derxistî holê, asta fermandarbûnê, afirîneriya di rewşa şer de û rawesta wê ya li ser têkoşînê, derba ku li dijmin dide nav û lêgerîna bersivdayinê ye.''

TÊKOŞÎNA JINÊ JI BO HEMÛ CÎHANÊ BÛYA KANA HÊZÊ

Qamişlo bi domdarî got têkoşîna ku jinên Kkurd daniye holê îro li hemû cîhanê berbelav bûye û ji jinan re bûye îlham. Qamişlo wiha domand: ''Li Kurdistanê têkoşîna ku jin dikin ji bo hemû jinên cîhanê bûye kana hêzê û rênîşandêr. Di vê pêvajoyê de jî pergala desthilatdar bi hemû derfetên li ber dest û rêbazan êrîşê tîne. Di nav jiyana gelan de kaosan çêdike, dixwaze mirovên bi dildarî kole bin û serê xwe ditewînin çêbike. Yekane hêza ku dikare li dijî vê cîhana ku serwer dixwazin ava bikin raweste hêza jinan e û jin li dijî vê têkoşîneke bêhempa didin.

Hêza ku Rêber Apo bi jinên Kurd re derxistî holê, ispata wê ye ku jin li dijî pergala serwer dikarin bi ser bikevin û hemû cîhan bi vê dizane. Jin her ku aza dibin pergala desthilatdarxwaz têk diçin, ev rastiye e.''

Qamişlo tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, ''Li ser Rêbertî tecrîdeke mitleq heye û tê xwestin ku mirovan bêvîn bikin'' û domand, ''Encamstandina hêzên YJA Starê ya di şer û têkoşînê de tê maneya şikandina dîwarên tecrîdê ya li dora Rêbertî ye. Ev serfiraziya hêzên YJA Starê tê maneya serfiraziya hemû jin û gelên cîhanê. Tenê bi geşkirina berxwedana jinê em dikarin tecrîda mitleq a li ser Rêbertiya xwe bişkînin. Em jî hay ji vê hene em hewl didin ku her roj xwe li gorî vê rastiyê biafirînin.''

'EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE AZAD BIBIN'

Yek ji fermandara YJA Starê Sarya Qamişlo herî dawî got, ''Her çi dibe bila bibe jin bêyî ku guh bidin sînoran divê bibin yek, bi hev re têbikoşin. Bi teqezî divê mirov têkoşîna jinê ya niha têr nebîne. Seraqet divê em têkoşînê geş bikin û destkeftiyên xwe mezin bikin. ''

Qamişlo got, ''Rêber Apo beriya niha gotibû sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiyê ya jinê. Em niha dibînin ku bi têkoşîna ku jin didin em gaveke dî nêzî vê rastiyê dibin. Em jinên şervan dixwazin diyar bikin ji têkoşîna jinan moreleke mezin distînin, têkoşîna jinan hêza me mezin didke. Em ji çiyayên Kurdistanê di serî de ya Rêber Apo, 8'ê Adarê li hemû jinên kedkar pîroz dikin û em dibêjin em ê bi têkoşîna xwe azad binin.''