Li Baselê çalakiya piştgiriya bi penaberan re
Dewleta Tirk a ku berê bi hezaran penaberan da sînorê Yewnanistanê û qedexeya hikumeta Yewnan a li ser derbasbûna koçberan, li bajarê Basel ê Swîsreyê hate şermezarkirin.
Dewleta Tirk a ku berê bi hezaran penaberan da sînorê Yewnanistanê û qedexeya hikumeta Yewnan a li ser derbasbûna koçberan, li bajarê Basel ê Swîsreyê hate şermezarkirin.
Tevî rêxistinên koçberan her wiha komên ciwanên alternatîf ên Swîsreyê û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Çalakî êvarê saet di 19'an de li Claraplatzê bi tevlîbûna 200 kesî pêk hat.
Çalakgeran li dijî pêkanînên dewletên Tirk û Yewnan ên li dijî penaberan dirûşm qîriyan.
Li gel astengiya polîsan jî çalakger bi biryardarî meşiyan.
Her wiha belavok hatin xwedin û ji bo piştgiriya bi penaberan re bang hate kirin.