Jinên Kurd ê Ermenistanê ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek dan

Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ên li Ermenistanê xebatê dikin di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li gundê Dêrik a herêma Elegezê ku piranî Kurdên Êzidî lê dijîn, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku li ber mala gund hate kirin li gel jinan zarok û ciwanan jî destek kirin.

Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê (YJA) Kejê Roşoyan daxuyanî xwend, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir, diyar kir ku di vê dîrokê de jinan gelek berdêlên mezin dane.

Reşoyan bibîr xist ku bi saya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek destkeftî hatine bidestxistin, ev destkeftî jî ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî.

Reşoyan destnîşan kir ku jin denydarên Ocalan e, diyar kir ku ji bo azadî û destkeftiyan wê têkoşîna xwe bidomînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan ku bûye koka têkoşîna azadiya Kurd a têkoşîna azadiya jinê weke erkekî serekî digirin dest.

Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.