JCA: Azadiya Jinên Cihanê bi bilindkirina têkoşînê re gengaz e

"Ji bo têkbirina pergala baviksalarî yekane rê mezinkirin û birêxistinkirina têkoşînê ye. Em jin ên ciwan, bi bîr û baweriya ku me girtî, em ê meşa azadiya jin mezin bikin û teqez ber bi azadiya Rêber Apo ve bimeşin."

Yekîtiya Jin ên Ciwan (YCA) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin ê têkoşer û kedkar ên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê pîzo kir.

JCA'yê diyar kir, jinên Kurd bi têkoşîna xwe her roj veguherandine roja têkoşînê, roja 8'ê Adarê û destnîşan kir, bi şoreşa Rojava, avakirina YPJ û neteweya demokratîk ku jin pêşengtiyê dike, 8'ê Adarê bû her roj, bû roja tolgirtina hezar salan.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Di sedsala 21. de qetlîamên herî xwînrij û qirker û herî mezin li beramberî jinê pêk tên. Asta tundiyê ya li gerdûnê qat bi qat mezin bûye. Ev wek şenber di şerê ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewime de diyar dibe. Li Kurdistanê hişmendiya baviksalarî di ya xwe de israr dike û bi sedan jin her sal dibin qurbanî vê yekê. Di nava pergala modernîteya kapîtalîst de ku hemû jin xistiye metayek ku ji hemû rastiya xwe dûr ketiye û bi hostahiyek û ziravtiyek mezin ve kolekirina jin bi pergal dike. Rojane di her kêliya jiyanê de jinên ciwan bi tevahî jinên cîhanê bi awayekî sistematik dibin hedefa hişmendiya qirker ya baviksalarî û tên kuştin, taciz û tecawizkirin. Li beramberî vê her tim têkoşîna jin xwediyê sekn û helwest bû û tu car nerawestiyaye.

Ji bo parçekirina pergala baviksalarî yek riyekê ji bo jin û jinên ciwan heye, ew jî bi awayekî hevpar xwe li hemû eniyên jiyanê birêxistinkirin e û têkoşîn meşandin e. Di vir de wek jin pêwîst e hemû sînorên netew, bawerî, birdozî hwd. werin derbaskirin. Wek jin ku li hemû cihanê heman tundiya pergala baviksalarî dijîn, bi yekîtî û têkoşîneke hevpar ve em ê bibin hêz. Hêviya jiyanek demokratîk, ekolojîk û azadiya ne tenê jina Kurd ya hemû jinan ji xwe re dike bingeh, Rêber APO jî avayîsazê vê Paradigmayê ye. Mîrata me mezin e, Sara, Rosa, Bêrîtan, Ronahî, Sema, Hevrîn û Bêrîvan e û bi hezaran ku navê wan nehatin nivisandin in. Jiyana têkoşer û şoreşgerên Jin ji me re mînak û rêber e.

Herî dawî Rêber APO di hevdîtina xwe de anî ziman ku 'Her tişt bi têkoşîna we ve girêdayî ye' . Ev tê vê wateyê ku ji bo têkbirina pergala baviksalarî yekane rê bi keda xwe mezinkirin û birêxistinkirina têkoşînê ve gengaz e. Armanc wek jinên ciwan, bi bîr û baweriya ku me girtî, meşa azadiya jin mezinkirin e û teqez ber bi azadiya Rêber Apo ve meşandin e."