Li Îdir û Wanê çalakiyên 8’ê Adarê

Li Îdirê di çarçoveya 8’ê Adarê de şahiyeke jinan hate lidarxistin. Li Wanê jî belavok hate belavkirin.

ÎDIR

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Idirê û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, şahî li dar xistin. Şahî li saloneke dawetê hat lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran û bi dehan jin beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Îteat tuneye, berxwedan heye” dest pê kir.

Başaran di şahiyê de axivî û diyar kir ku li her qadên jiyanê û li hemû deverên cîhanê jin dibin hişmendiya serweriya zilam de ne. Başaran, bal kişand ser Şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jinê pêş ket û wiha got: “Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên Ehrar El Şarkî ve hat qetilkirin. Ev têkoşîn wê bi dawî nebe. Weke têkoşîna Arîn Mîrkanan û Sarayan wê her tim dewam bike. Em di şexsê hevalên xwe yên girtî Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel de hemû girtiyên jin silav dikin. Ev têkoşîn wê bi girtin, destgîrkirin û kuştinan bi dawî nebe. Îro jinên li dijî siyaseta şer û tecrîdê, siyaset û tifaqa aştiyê ava dikin wê qezenc bikin. ”

Piştî axaftinê hunermend Rûkên Yilmaz û Koma Erbanê ya Jinê stran strandin û jinan li ber stranan guvend gerandin.

WAN

Koma Jinên Ciwan a Zanîngeha Yuzuncuyilê Wanê (YYU) jî, di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de li Atolyeya Zayendî ya Civakî kom bûn û bernameya taştê li dar xistin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Mûazzez Orhan beşdarî bernameyê bû.

Di bernameyê de tundiya li dijî jinê û komkujiyên jinan hatin nîqaşkirin. Dûre jinan li ber stranan guvend gerandin û dawî li bernameya xwe anîn.

Aktîvîstên TJA’yê jî, li ser cadeyên navendî yên Wanê belavok belav kirin, qerenfîl dan jinan û jin vexwendin mîtînga sibe saet 11.00’an li Salona Dawetê ya Parka Vîlla bê lidarxistin.

Li avahiya rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê jî jin hatin gel hev û dûre li kolanan belavok belav kirin.