Meclîsa Jinên Êzîdî 8'ê Adarê pîroz kir

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir, bal kişande ser komkujiya jinên Êzîdî ya bi destê DAÎŞ'ê û got,''Ev femînîsîd e.''

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir, jinên Êzîdî yên ku sala 2014'an bi destê DAÎŞ'ê hatine qetilkirin û revandin, firotin bi bîr xist û got, '''Ev femînîsîd e.''

Di daxuyaniyêde hate gotin, ''Bi fermana 2014'an 5 heza jin û zarokên me hatin revandin, kirîn û firotin, destdirêjî li wan hate kirin û kuştin. Hîn jî aqûbeta wan ne diyar e. Ev qirkirina jinê femînîsîd bû.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin hikûmeta navendî ya Iraqê dixwaze çeteyên DAÎŞ'ê li Nînoweya bi cih bike û got, ''Bi vê dixwaze femînîsîda ku nîvco mayî, bi xurtkirina DAÎŞ'ê û bicihkirina wan temam bike.''

Me Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî gelek caran anî ziman, divê fermana li dijî civaka Êzîdî rast were analîz kirin. Navê wê femînîsîd e û sîstematîk e.''

Meclîsê her wiha got tê xwestin di şexsê jinan de civaka Êzîdî were tinekirin û got, ''Me çawa li Şengalê û tevahî Êzdîxanê li dijî nûnerên herî hov yên modernîteya kapîtalîst serî netewand, em ê li hemû deveran bi rihê têkoşerên Rosayan, Sarayan û Bêrîvanan li ber pergala baviksalarî serî netewînin. Bi tenê bi avakirina rêxistina jinan a gerdunî wê dawî li faşîzma baviksalarî were. Bi vê baweriya ku bi piştgirî û tifaqa jinan a gerdunî wê cîhan biguhere em 8'ê Adarê li hemû Jinan û jinên ciwan pîroz dikin.''