Dayikên Şemiyê jinên hatine windakirin bibîr anîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 780’ê de ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên dema destgîrkirî hatin windakirin, bibîr anîn.

Dayikên Şemiyê di hefteya 780’emîn de jî xwestin li Meydana Galatasarayê li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin cezakirin. Polîsan carek din çalakiya Dayikên Şemiyê asteng kir. Li ser vê yekê Dayikan, çalakiya xwe li kuçeya avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê lidar xist. Polîsan wek her hefteyê dîsa çalakiyê dorpêç kirin. Çalakgeran tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefilan hildan.

Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû piştgirî dan çalakiyê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li aqûbeta jinên dema destgîrkirinê hatine windakirin pirsîn.

Seroka ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî daxuaynî xwend. Yolerî destnîşan kir ku wan jinên dema destgîrkirinê hatine windakirin ji bîra nekirine û wiha got: “Em bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên hatine windakirin bibîr tînin. Em hemû jinên ji bo vê yekê têdikoşin silav dikin. Jin di 8’ê Adarê de li dijî zext û tundiyê serê xwe radikin û dengê xwe bilind dikin. Ev roja bi dengek bilind a îtîrza li dijî zayendperestî, cudakarî û bêedaletiyê ye.”

Yolerî navê jinên di binçavan de hatine windakirin yeko yeko xwend û got ew ê jinên windayî ji bîra nekin. Yolerî got: “Heta ku aqûbeta jinên windakirî were eşkerekirin û hesab ji kujeran were xwestin wê tÂekoşîna me dewam bike. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar, heqîqet û edaletê bernedin.”

Piştre dayika rojnameger Ferhat Tepe yê di binçavan de hat windakirin Zubeyde Tepe axivî û da zanîn ku ew ê wek Dayikên Şemiyê sibê li qadan ji bo aqûbeta zarokên wan were diyarkirin û kujer derkevin holê dîsa qîr bikin. Tepe 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Bila ji bo jinên winda edalet pêk were û ji kujeran hesab were xwestin.”

Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî axivî û diyar kir ku pêşengên têkoşîna mafê mirovan jin in û got: “Me soz daye jinên winda heta ku kujerên wan were dîtin em ê têbikoşin.”