‘Jinan dinya ava kirin wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin’

PAJK: Em hemû jinan bi têkoşîna 8’ê Adarê silav dikin û bangî berxwedanê dikin. Jinan dinya ava kirin, wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wisa ye:

“Êrîşên pergala serwer a li ser jinan didome lê jin jî li her dera dinyayê têkoşîna xwebûnê didomînin. Em jî 8’ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikin. Em ji Sema heta Sara, Delal, Delal û Nalînan ên ku destkeftiyên 8’ê Adarê vediguhezînin pira berxwedanê ya 21’ê Adarê hemû şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin.

Di vê pêvajoyê de hemû desthilatdarî dixwazin şeran kûrtir bikin. Herî zêde şer bandora xwe li jinan dike. Polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîzmê û yên mûhafazakar jî herî zêde xisarê dide jinan. Ji ber vê jî mafê jinan heye ku têbikoşin. Jin ên ku dibin hedefa desthilatdariyên hegemonîk li her dera dinyayê diyar dikin ku ew ji vê pergalê aciz in.

Di pergala me de ya ku em dixwazin ava bikin, wê jin bi azadî bijîn. Guherîna mezin a ku tevgera me di civaka Kurdan de ava kiriye, îspata vî tiştî ye. Heke îro jinên Kurd li her dera dinyayê ji têkoşînên azadiyê yê gelan re dibin hêz û qawet, jinên Kurd hêz û giyanê berxwedana ji Clara, Roza û Aleksandrayan girtine bi nirxên têkoşîna jinên Kurd anîne asteke nû. Bi Îdeolojiya Rizgariyê ya Jinan a ku di 8’ê Adara 1998’an de hatiye îlankirin re jîneolojî îro hatiye asteke nû.

Vê têkoşîna jinan tirs xistiye nava dilê pergalên mêrserwer. Têkoşîna jinan êdî di nava dilê pergalê de têdikoşe. Îro li Meksîkayê dadgehên ku edaletê nadin jinan tên şewitandin, li hemberî tacîz û tecawizê li her dera dinyayê xweparastin tê nîqaşkirin, ji ber vê rastiyê ye. Em bi îradeya xwe ya xweser li hemberî bêedaletî, neheqî li malan, li kargehan, li dibistanan û dadgehan têdikoşin, şer dikin û jiyana azad ava dikin.

Em li her dera welatê xwe li hemberî êrîşên li sre jinan têdikoşin û em dizanin ku hêza me ya avakirina jiyana azad heye. Jinên Kurdistanê li hemberî dijmin li ber xwe dan û gihişt hêza xwe ya îro ya rêxistinkirî.  Armanc, Çîçek, Şevîn û Evîn û Sema, Zîlan û Bêrîtanên ku di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bûn pir, pêşengtî ji berxwedana îro re kirin.

Jinên Kurdistanê li her dera dinyayê li hemberî pergala desthilatdar a mêrserwer têdikoşin.  Em jî bi biryardariya 8’ê Adarê ji çiyayan, heta deşt, mal û kargehan li her qadan em ê jiyana berxwedêr biparêzin û ava bikin. Jinan  dinya ava kirin, wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin. Em 8’ê Adarê ya Rêber Apo yê ku îrade û giyanê berxwedanê da me û ya hemû jinan pîroz dikin û hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin.”