Li Ewropayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê dest pê kir

Jin li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

REÎMS

Li bajarê Reîmsê yê Fransayê Tevgera Jinên Kurd û Kolektîfa Mor Sorê çalakiyeke hevpar lidarxistin. Jinan bi şîara ‘Wê jin dinyayê biguherînin’ standek vekirin û belavok belav kirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî saet di 14.00’na de jin hati ba hev û meşek li dar xistin. Di meşê de sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Wê jin dinyayê biguherînin’ hate berzkirin. Saziyên jinên Îran û Elmanyayê jî tevlî çalakiyê bûn.

ATÎNA

Li Kampa Kurdan a li navçeya Lavrîo a Atînayê ji bo 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. Jinên li kampê, pêkhateyên KBDH’ê û endamên komên anarşîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên YPJ’ê hate hildan.