TAJÊ 8'ê Adarê pîroz kir

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û diyar kir, ku wê bi rihê 8'ê Adarê jinên Êzidî rizgar bikin û xweseriya Şengalê misoger bikin.

TAJÊ bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de 8'ê Adarê li jinên Êzidî, jinên berxwedêr hemûyan û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku 8'ê Adarê roja berxwedan û lêgerîna li maf a herî mafdar e.

TAJÊ diyar kir, ku têkoşîna azadiya jinê û vîna wê ya berxwedêr bi 8'ê Adarê re destpê nekiriye û destnîşan kir, "Jin di serdeman hemûyan de bi sekna xwe ya azadîxwaz mohra xwe li dîrokê xist. Di serdeman hemûyan de jin hebû û li hember neheqî, serdestî, bêdadî û jiyanek nehevpar serî rakir. Jixwe jin di avabûna mirovahiyê de, di pêşvebirina çand, jiyanek hevpar, wekhev û azad de rola sereke lîst. Piştre mêr dest avêt nirxên jinê û hewilda jinê bixîne û bike kole, lê jin serî netewand û  bi hezaran salan tekoşînek dijwar di navbera jin û zilamê deshilatdarde meşiya.

Di van serdeman de jinên ku tekoşîna xwe rêxistin kirin û yekbûyîna xwe avakirin bûn hedefa deshilatdariya zilam. Hatin darvekirin, êşkence, destdirêjî li wan hate kirin û bi komî hatin qetilkirin. Pêşengên wekî Clara Zetkîn, Rosa Luxemburg di qonaxa dawî de Sakîne Cansiz bi xeleka Hevrîn Xelef, bi hezaran jinên wekî van pêşeng di tekoşîna azadiya jinê de û ji bo pêşxistina wê roleke mezin lîstîn û ji bo ev tekoşîn bigihije armanca xwe bi berxwedaniya xwe ya mezin ji bo hemû jinên cîhanê bûn mînak û îro tevahî jinên azadîxwaz van jinên şoreşger ji xwere referans digrin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Şengalê jî piştî fermana 74'an jinan xwe bi vîneke mezin bi rêxistin kirin û bi fikir û felsefeya Ocalan jiyaneke hevpar a azad ava dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Jin 3'ê Tebaxa 2014'an de hatin kuştin û ferman lê hate rakirin.  Wek kole di bazar û sukan de hatin firotin, dîl hatin girtin, gelek ji wan bi tekoşîna şervanên azadiyê hatin rizgarkirin lê gelek ji wan jî hîna aqubeta wan ne diyar e. Lê jinên Êzîdî îro bi têkoşîna xwe ya bêeman jinên ku hatin qetilkirin û hatin revandin, bi misogerkirina xweseriya Şengalê û bi perwerdekirina civakê her wiha bi pêşxistina vîna azad ya civakê tola 74’ an fermanan hiltînîn.

Hêviya jiyanek azad û Şengleke xweseriya demokratîk ji herdemê nêzîktîr e. Wê raman û fikrê Rêber Apo têkoşîna me bilindtir û xurttir bike. Pêkanîna fikrê Rêber Apo û pêşxistina neteweya demokratîk wê pergala Îmraliyê bişkîne û tecrîta li ser wî têk bibe. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovahiyê ye, azadiya hemû civaka Êzîdxanê ye."