8’ê Adarê li Rûsyayê hate pîrozkirin

Jinên Kurd û Rûsî 8’ê Adarê pîroz kirin.

Jinên Kurd ên li navçeya Novoaleksandrovsk a girêdayî herêma Stavrapol a Rûsyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Pîrozbahiya ku ji aliyê Otonomiya Kurd ve hate organîzekirin li gel jinên Kurd jinên Rûs û yên din jî tevlî bûn. Pîrozbahî li mala çand û hunerê ya li gundê Feldmarşalskî ya girêdayî Novoaleksandrovskê pêk hat.

Di çalakiyê de Alîkara Serokê Şaredariyê Styolkîna Elena û endamê Meclîsê Rostemova Zîn axivîn. Her wiha tîmên foklor û hunermenda Kurd Bêrîvan Colemêrg jî derket ser dikê.

‘ BI SAYA OCALAN GIHIŞTINE VÊ ASTÊ’

Hevseroka Otonamiya Kurd Bazûyeva Naze anî ziman ku jinên Kurd bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştine vê astê. Her wiha Hevserokê din ê Otonomiyê Ahmed Huseyîn jî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir.