Rûken: Berxwedana jinê wê faşîzmê û tecrîdê bişkîne

Endama Koordînasyoan KJK'ê Zerîn Rûken got, ''Berxwedana jinê wê azadiyê bîne, tecrîdê û faşîzmê bişikîne.'' Rûken her wiha got, ''Potansiyela me mezin heye û dema wê ye ku em vê bikaranîn.''

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, ''Îro Tevgera Azadiya Jinê bi hêz û potansiyeke wiha ne ku ji ya heyî gelekî pêştir e. Dema wê ye ku em vê potansiyel û hêza xwe bi rengê herî xurt bi kar bînin. 8'ê Adarê vegotina vê ya herî berbiçav e û em di pêvajoyeke dîrokî de ne. 8'ê Adarê roja berxwedan û têkoşînê ya hemû jinan e. Ez bawer dikim bi 8'ê Adarê re em ê potansiyela xwe ya berxwedanê û têkoşînê bi rengekî pir xurt derxînin holê. Bawer dikim bi vê giyana berxwedan û xwebûnê li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê berbelav bibe. Tilisma ''jin jiyan azadî'' bûye qêrîna hevpar a hemû jinan. Bi 8'ê Adarê re, bi rihê berxwedan û têkoşînê faşîzma AKP-MHP'ê wê bi paş bikeve.''

'RAPERÎNA JINAN WÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNE'

Ez bawer dikim bi rawesta serhildanê ya jinan em ê tecrîda li ser Rêber Apo bi mîsogerî bişkînin. Tecrîda li ser hemû civakê û mirovahiyê wê were şikandin. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakê û jinan e. 2020'an têkoşîna jinan û gelan wê vê pêk bîne.''

Rûken bi berdewamî her wiha got, ''8'ê Adarê wê bibe roja ku berxwedana têkoşînê ya jinan geş dibe û mezin dibe. Jin wekheviyê, demokrasiyê, dadmendiyê bi rengekî xurt, bi dengekî bilind, bi rawesteke yekîtiyê, bi bi raperînan li kolanan derdikevin kolan.''

'JIN WÊ RENGÊ XWE BIDIN 8'Ê ADARÊ'

Rûken her wiha bal kişande ser Newrozê û got, ''Ji ber ku beriya Newrozê ye jî girîng e. Bi rengekî nîşan dide ku Newroz nîşan dide jin wê çawa rengê xwe bidinê. Bi berxwedan û têkoşîna Newrozê bi pêşengiya jinên Kurd û jinên herêmê starta 8'ê Adarê didin. Em ji niha ve dibînin jin li çar parçeyên Kurdistanê, li Tirkiyê, li Ewropa û Rojhilata Navîn starta 8'ê Adarê dan. Ji niha ve kelecaniyeke mezin çêkiriye. Jin li her bajarî û kuçeyê 8'ê Adarê pêşwazî dikin.''

'PARADÎGMAYA RÊBERTÎ BÛYER DIYARKER'

Rûken bal kişande ser paradîgmaya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Ez bi dilrehetî dikarim bibêjim, jineolojî ya ku Rêbertiya me ji bo azadiya jinê daniye holê, di şoreşa hişmendiyê de, di veguherîna paradîgmayêde bûye diyarker. Paradîgmaya nû ya ku Rêber Apo di ber azadiya jinê de daniye holê, rêyeke nû daye ber serdema me, ji sînorên Kurdistanê bihuriye, bi asteke gerdûnî bandorê dike û em vê di serdema cîhanê de dibînim.''

'BIRYARDARIYA ME YA ŞIKANDINA TECRÎDÊ QEYÎMTIR KIRIYE'

Rûken bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û diyar kir, modernîteya kapîtalîst ji bo ku pêşî li Modernîteya Demokratîk bigire, wê sînordar bike, tasfiye bike, mîna qonaxeke nû ya komployê derketiye holê û got, ''Êşkenceya tecrîdê ya ku ev 22 sal in li ser Rêber Apo hatiye danîn encama vê ye. Di sedsala 21'an de, paradîgmaya serfiraziyê ya jinan û çewisandinê tê xwestin ku li Imraliyê were tasfiyekirin'''.

Rûken got, ''Jinên Kurd hay ji vê hene. Ne tenê jinên Kurd, jinên cîhanê jî vê geşedanê dibînin û tevlê dibin. Guherîna paradîgmayê, biryardariya geşkirina jineolojiyê ya li ser hîmê şoreşa jinê û her wiha biryardariya têkoşînê ya li dijî vê komploya ku geş dibe, biryardariya ku em êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêber Apo bişkînin û azadiya wî pêk bînin qeyimtir kiriye.''

'RÊBER APO MÎMARÊ TEORIYA ME YA AZADIYÊ YE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken bi berdewamî got, ''Mîmarê teoriya azadiyê Rêber Apo ye. Mîmarê artêşbûna jinê, partîbûna jinê, ya hevjiyana azad, projeeya guherandina zilêm û jîneolojiyê jî Rêber Apo ye. Jinên cîhanê her ku nêzî tevgera jinê dibin, nêzî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dibin û nas dikin. Xwedî li ramanên Rêber Apo derdikevin, xwedî li ponîjinên wî yên li ser jina azad, raman û projeyên wî derdikevin. Li bara Rêber Apo dibine xwedî eleqe û sempatiyekê. Û li nav hemû jinan derbarê azadiya Rêber Apo hişmendiyeke xurt a berpirsyariyê çêbûye.

'BERXWEDAN WÊ AZADIYÊ BÎNE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken herî dawî got, ''8'ê Adarê ya 2020'an ji bo bi temamî şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, di bidawîkriina qirkirina faşîzmê de wê bi roleke pir diyarker rabin. Jixwe dirûşma tevgera me yajinê, bi rengê, ''Têkoşîna jinan xwebûn e, berxwedan azadî ye'' hatiye diyarkirin. Bi vê maneyê hatiye diyarkirin jin wê bi berxwedanê azad bibin. Bi berxwedanê tecrîd were şikandin. Bi berxwedanê faşîzm were hilweşandin, bi berxwedanê jin azad bibin û gel azad bibin. Bi 8'ê Adarê re berxwedan wê geş bibe û bi Newrozê re were asta herî dawî.''