JIN
Hemû Nûçe
-
‘1’ê Gulanê bi rêbazên afrîner li qadan pîroz bikîn’
Yekîtiya Jinan a Ewropayê bang kir ku roja 1’ê Gulanê bi parsatina navbera civakî, bi rêbazên afrîner dakevin kolanan. -
TJA’yê ji bo Mexmûrê bangî NY yê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) bang li NY yê kir ku li gorî peymana xwe, li dijî ambargo û êrîşên li ser Mexmûrê bikeve tevgerê. -
Wekîlên jin ên Kurd ji Seroka Parlementoya Kurdistanê re nameyek şandin
Parlementerên jin ên Kurd gotin: “Li dijî şerê birakujiyê em helwesta xwe nîşan bidin”, li dijî hevkariyê banga yekîtiyê kir. -
Piştevaniya Jinê ya li Ewropayê: Em piştgiriya gelê Mexmûrê bikin
Piştevaniya Jinê ya Ewropayê êriş û ambargoya li ser Mexmûrê şermezar kir û ji bo piştgiriya bi gelê Mexmûrê re bang kir. -
NY: Gefa li dijî jin ên penaber zêdetir e
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ragihand, di dema krîza vîrûsa koronayê de rîska tundiya zayendî ya li dijî jin û keçên koçber û penaber zêdetir e. -
Li dijî vîrûsa koronayê jin li refên herî pêş in
Li Efrîkayê, di têkoşîna dijî pandemiya vîrûsa koronayê de doktor û hemşîreyên jin li refên herî pêş in. -
SKB: Em 1’ê Gulanê li kolanên xwe pîroz bikin
Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê (SKB) got; “Em 1’ê Gulanê li kolanên xwe û taxên xwe navbera fîzîkî biparêzîn û di nava çalakiyê de bin.” -
Platforma Jinên Kurd: Ji bo Kurdan roja yekîtiyê ye
Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî got ku “Roj roja yekîtiya Kurdan û xurtbûnê ye. Divê Kurd neyên xapandin.” -
Jinên Kurd ên li Skandînavyayê êrişa li ser Mexmûrê şermezar kirin
Jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê, êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê şermezar kirin. Jinan xwestin ku ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin. -
Agahiyên dawî yên li ser destdirêjiya jina li Pirdê
Parêzer û berpirsê Rêxistina Viyan, Aheng Enwer çavdêriya kesê destdirêjiya li ser jina Pirdê kir û têkildarî mijarê agahiyên dawî ji ajansa me re pêşkêş kir. -
Doktora destpêkê ya jinan a Tûnis û Maxrîbê bû
Doktora destpêkê ya jinan a Tûnisê Tawhîda Ben Cheîkh ku bi dehan salan ji bo tenduristiya jin û zarokan têkoşiya, ji nû ve tê bîranîn. -
Jinan li dijî qanûna înfazê çalakî kirin
Jinan di derbarê erêkirina qanûna înfazê de li ser hesabên medyaya dijîtal dest bi çalakiya, “Piştî Înfazê Jin di Metirsiyê de ne” kirin. -
Li Wanê dayika du zarokan hate qetilkirin
Neşe Altun a dayika du zarokan, êvara Çarşemê ji stuyê xwe gule xwar û hat qetilkirin. -
Jineke Êzidî li Hîldesheîmê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin
Jina Êzidî Besma Ekîncî ya dayika sê zarokan li bajarê Hîldesheîmê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin. Saziyên jinan bûyer bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ne vîrûsa korona, lê belê hişmendiya zilam, jinan dikuje. -
Dayika Gulîstan Dokû ji bo dîtina keca xwe banga hestyariyê kir
Dayika Gulistan Dokû, Bedriye Dokû ji bo dîtina keça wê bang li her kesê kir û got: “100 rojin bi şev û roj digirîm.” -
Piştevaniya Jinan a Ewropayê: Em têkoşînê geş bikin
Piştevaniya Jinan a Ewropayê diyar kir di dema pandemiyê de tundî zêde bûye, biryar li ser dane ku têkoşînê geş bikin. -
Di karantînayê de tundiya li jinê 27.8 ji sedî zêde bû
Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk a Civakî ragihand, di pêvajoya karantînayê de tundiya li jinê 27.8 ji sedî zêde bûye. -
Jinên Ciwan ên Têkoşer: Jin xwe neparêze kes wan naparêze
"Bangawaziya me ew ku bila jin û jinên ciwan li hember feraseta jinkuj û destdirêjî rêxistina xwe mezin bikin. Xwe rêxistin bikin. Li hember êrîşan xwe biparêzin. Eger em xwe neparêzin kes me naparêze." -
RJAK’ê destdirêjiya cinsî ya li ser jina ji Pirdê şermezar kir
Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ya Kerkûkê daxwaz dike ku tecawizkar bi tundî werin cezakirin. -
Di encama hewldanên Yosra Receb de 5 tecawizkar hatin girtin
Ofîsa ragihandinê ya endama Encûmenê Nûnerên Iraqê Yosra Receb ragihand ku 5 kesên destdirêjî li jinekê kiribûn, hatine girtin. Hate diyarkirin ku ev 5 kes çekdarên Heşdî Tirkmanî ne. -
TJK-E: Di dema pandemiyê de şideta li ser jin û zaroka zêdetir bû
TJK-E bal kişand ji ber pandemiya vîrûsa korona beşeke mezin a nifûsa miroan jiyana wan di nava malê de sînordar bûne û ji ber vê jî şideta li ser jin û zarokan zêdetir bûye. TJK-E li dijî vê banga ketina tevgerê kir. -
Rewşa tenduristî ya girtiyên jin ên li Girtîgeha Bunyan giran in
Di hevdîtina bi rêya telefonê ya girtiya bi navê Merve Aydogan a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayserî ya li gel malbatê diyar kir ku sê hevalên wê yên jin pirsgirêka dîtin, bêhntengî û ziwabûna qirkê lê peyda bûne. -
Erzîncan: Civak bi serê xwe dikare xwe ji vê vîrûsê xilas bike
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, ''Dewletan xwestin ku vîrûsa koronayê berbelav bibe. Civak bi piştevaniyê dikare ji heqê vê belayê derkeve.'' -
Li nêzî Çernobîl agir bi daristanê ket: Radyoaktîv zêde bûye
Rayedarên Ûkranyayê ragihandin ku li nêzî herên qedexe yên derdorî Çernobîlê şewat derketiye û diyar kir ku rêjeya radyoaktîvê zêde bûye. -
Malpera PAJK'ê ji nû ve dest bi weşanê kir
PAJK'ê bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi weşana nû ya malpera xwe kir.