TJK-E: Di dema pandemiyê de şideta li ser jin û zaroka zêdetir bû

TJK-E bal kişand ji ber pandemiya vîrûsa korona beşeke mezin a nifûsa miroan jiyana wan di nava malê de sînordar bûne û ji ber vê jî şideta li ser jin û zarokan zêdetir bûye. TJK-E li dijî vê banga ketina tevgerê kir.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) a daxuyaniyek nivîskî da got: “Sîstema kapitalîst a bi îdeolojiya zayendî re jinan dikin hedef û dixwaze tine bike. ‘Civakîbûn’ niha ji ber tirsa pandemiyê bi karekterkî din xwe pêçayî tê kirin.”

TJK-E anî ziman ku di serî de sîstema kapitalîst bi îdeolojiya zayendî jinê dike hedev û dixwaze tine bike.

Di daxuyaniyê de TJK-E bal kişand ser paqijiya di vê demê de û got: “Divê di serî de ji bo em xwe û yên derdorî xwe biparêzin divê li malê bimîin. Paqijiyek baş wê me ji pandemiyê biparêz e. Divê li gel rêgezên bingehîn ên parastina xwe û derdor jî nejibîrkirina nirxan û nedana jibîrkirin jî pir girîng e. Çawa ku pirsgirêkên me yek in, çareseriyên me jî bi ruhekî kolektîf û hizrê divê bê yek kirin û bi vê zanabûnê bikevin tevgerê.

TJK-E bal kişand ser rîskên mezin ên jin û zarok rû bi rû dimînin wiha pêde çû: “ Şideta li nava malê li jinê tê kirin şerek cîhanî yê ku ti carî bi dawî nabe ye. Di vê pêvajoya pandemî ku şideta li ser jinê û zarokan tine nebûye de, divê hemû parlemento bikevin nava tevgerê. Divê di serî de hemû saziyên fermî, tevgerên jinan û rêxistin bibin xwedî helwest. Ji bo mêrê şidetê dike ji malê bê dûrxistin û di karûbarên cezakirinê de jî lez bêdayîn encamgirtinê.”

Ji bo peywendiyên bên kirin hesabên TJK-E wiha ne:

Facebook: Tjk-e Sosyal Komite

Twitter :Tjk-e Sosyal Komite @Tkomite

Instagram:tjkesosyal