Jineke Êzidî li Hîldesheîmê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

Jina Êzidî Besma Ekîncî ya dayika sê zarokan li bajarê Hîldesheîmê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin. Saziyên jinan bûyer bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ne vîrûsa korona, lê belê hişmendiya zilam, jinan dikuje.

Di vê dema şewba koronayê de ku li her devera cîhanê tundiya li jinan zêde bûye, jineke Êzidî li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê ji aliyê hevserê ve hate kuştin.

Dayika 3 zarokan Besma Ekîncî ya 27 salî, doh di roja Çarşema Sor de ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê Cemal Ekîncî (55) salî ve hate kuştin.

Saziya Piştgiriya Jinan a Ewropayê û rêxistinên TJK-E, Utamara, SMJÊ, FEDA têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de kuştina Onelya Çendî ya meha Adarê li bajarê Dortmûndê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku Besma Ekîncî mîna Onelya Çendî piştî fermana 74'an ji Şengalê koçber bûbû.

Saziyên jinan diyar kirin ku Ekîncî bêdilê xwe bi zorê bûbû hevjîna duyem a Cemal Ekîncî û destnîşan kirin, "Careke din em bûn guhdar û şahîdê qirkirina jineke neçar. Em wek tevger û rêxistinên jinan vê bûyerê şermezar dikin, em gelek xemgîn in ku me nikaribû qîrîna wê bibihîzîn, xwe bigihînin wê û jê re jiyaneke bê tundî û tehdeyî , bi ewlehî ava bikin. Em li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînîn, ji malbata wê re û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û sond dixwin em ê têkoşîna xwe ya li dijî pergala baviksalar û zilamên wê yên kujer bêsekin berdewam bikin û hesabê qirkirinên jinan helbet bipirsin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev demekê ye tê dizanîn ku bi girêdayî pêvajoya nexweşiya koronayê tundiya li ser jinê ya malbatê bi awayekî balkêş zêde bûye. Li her derê cîhanê jinên ku wekî din jî di bin zilm û zoriya zilam de diman, bi derketina pandemiyê yekser bi kujer û tehdevanên xwe re di malê de rûbirû man. Jinên neçar ji ber sedemên karantînayê nikarin hawara xwe bigihînin rayedaran û bi awayekî  nemirovî leqayî tundî û kuştinê tên. 

Em dizanin ku ev qirkirin ne encama virusa koronayê ye, encama pergala baviksalar e ku kîjan demî dibe bila bibe û li çi welatî dibe bila bibe, hemî der û waran ji jinan re kiriye zindan û goristan. Pergala baviksalar û hişmendiya zilam ji jinan re tu warekî bi ewlehî nehiştiye. Qaşo “çar dîwarên” malê ku herî bi ewlehî tên binavkirin ji jinan re kiriye girtîgeh. 

Em wek tevgerên jinan wek herdem neha jî di vê rewşa awarte de li dijî tundiya li ser jinan kampanya û xebatên xwe didomînin. Em dixwazin ji jinan re bibin stargeh. Em dixwazin em wek jin pişta xwe bidin hevdû û hevdû xurt bikin. Yê ku me ji vê zilm û zordariyê dê xelas bike hevgirtin û baweriya me ya bihev re ye. Lewma jî em ji hemû jinan tîka dikin, bila li dijî tundî û tehdeyê bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin, nas û dostên xwe, sazî û rêxistinên xwe agahdar bikin. 

Em careke din di vê roja pîroz de, kuştina jina Kurd a Êzidî û jinên Kurd ên Mexmûrî şermezar dikin. Li ser navê Piştgiriya Jinan a Ewropayê û rexistinên nav de wek  TJK-E, Utamara, SMJÊ, FEDA em dibêjin ne vîrusa koronayê lê hişmendiya zilam jinan dikuje. Ne pandemî ne jî mêrên kujer dê nikaribin tekoşîna me ya li dijî tundiyê û qirkirina jinan kêm bikin."