Piştevaniya Jinan a Ewropayê: Em têkoşînê geş bikin

Piştevaniya Jinan a Ewropayê diyar kir di dema pandemiyê de tundî zêde bûye, biryar li ser dane ku têkoşînê geş bikin.

Piştevaniya Jinan a Ewropayê derbarê talokeya vîrûsa koronayê daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di şertên vîrûsa koronayê de li dijî tundiya kapîtalîzmê û tundiya mêr em piştevanî û têkoşînê geş dikin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Em rêxistinên Kurdistanî û TirkiyeyYî ku ji bo ku mafên demokratîk ên jinên li Ewropayê têdikoşin, ji ber ku vîrûsa koronayê û kapîtalîzm gefê li ser tendiristiya gel dixwe û gefê li ser jiyanê dixwe, bi rengê tundî û komkujiya zêdetir li ser jiyanê û bênirxkirina zêdetir a kedê diterise, em ji bo geşkirina piştevaniya jinê û têkoşînê hatine cem hev.''

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin li cîhanê û li Ewropayê van demên koronayê ku bang tê kirin, 'li malê bimînin'' û civak li masê asê bûye,  tundiya lis er jinê û komkujiya li ser jinê ya bi deste mêr zêde bûye û her çendî saziyên fermî yên dewletê li Spanya, Swêd, Italya, Elmanyayê radigihînin ku tundiya li ser jinê ya bi destê mêr zêde bûye jî ti tevdîr nayên standin, li dijî jinên ku di navbeyna man û nemanê de mane bêdeng dimînin.

Piştevaniya Jinan a Ewropayê bi berdewamî got,''Em rêxistinên jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî ku li Ewropayê têdikoşin, em careke dî dixwazin ragihînin ku li dijî tundiya pergala kapîtalîst a zilam serwer û li dijî tundiya mêr di van şertên giran de bidomînin. Di nav şertên rewşa awarte de, di nav şertên dijwariyên asêbûna li nav mal, her heftî roja çarşemê ji pencereyan, ji şaneşînan, ji kuçeyên nêzî malên xwe, ji amûrên medyaya sosyal ji bo ku em daxwazên xwe diyar bikin, pergala emperyalîst, tundiya li ser jinê, komkujiya li ser jinê û dabeşkariya kar a zayendîparêz teşhîr bikin em ê çalak abin! Em ê nehêlin ku serweriya we me çavtirsandî bike.''

Piştevaniya Jinan a Ewropayê li dawiya daxuyaniyê çend xalên ku divê werin bi cih anîn li pey hev rêz kir.

Hin ji wan xalan: 

*Bila ne jina ku tundî lê hatî kirin, mêrê ku tundî kirî ji mal were dûrxistin, cezayên weke girtinê, kelepçeya elektronîk û hwd. bidin wan.

*Bila hijmara malên lê starebûnê werin zêdekirin, kontrola hijyenê were kirin.

*Hebên konrola ducaniyê bê pere bila li hemû jinan werin belavkirin.

*Li dijî tundiya mêr xweparastin maf e. Jinên ku mafê xweparastinê bi cih anî divê neyên cezakirin.

*Bila ne dabeşkirina kar a zayendîparêz lê dabeşkiriya kar a kolektîf, wekhevîxwaz bi cih were.