Li nêzî Çernobîl agir bi daristanê ket: Radyoaktîv zêde bûye

Rayedarên Ûkranyayê ragihandin ku li nêzî herên qedexe yên derdorî Çernobîlê şewat derketiye û diyar kir ku rêjeya radyoaktîvê zêde bûye.

Egor Fîsov ê rêveberê servîsa mufetîşê ekoloiyê li ser hesabê Facebookê yê xwe daxuyaniyek da û got: “Xeberek nebaş heye; li cihê ku şewat lê heye rêjeya radyoaktîvê li gorî rêjeya asayî zêdetir bûye.”

Fîrsov dîmenek parvekir ku têde rêjeya radyoaktîvê ji asta asayî 16 qat zêdetir bûye nîşan dide parve kir.

Şewat deverek 100 hektar a qada daristan a lê derdorî santrala Çernobîl li xwe girtiye.Ev cih 100 kêlometre dikev bakurê paytext Kîevê.

Servîsên lezgîn roja Yekşemê ragihandibû ku rêjeya radyoaktîvê zêde nebûye.

Rayedaran diyar kir ku xeterî li ser jîneghên herêmê nîne. Du balafir, helîkopterek û 100 karkerên agir vemirandinê ji bo şewatê vemirînin têkoşînê dikin.

Rektora 4’an a santrala Çernobîl 26’ê Nîsana 1986’an teqiyabû. Li gorî hinek texmînan madeyên radyoaktîv bandor ji çaran sê yê Ewropayê kiriye. Piştî felaketê rayedaran devereke bi qasî 3 hezar kêlometreyan bi hezaran kes veguhestibûn. Ev qad vala bûbûn. Piştî vê 3 rektor karê xwe domandin. Ya dawiyê sala 2000’î rawestiya û bi vê yekê re hemû xebatên pîşesazî yên Çernobîl dawî bûbûn.