Dayika Gulîstan Dokû ji bo dîtina keca xwe banga hestyariyê kir

Dayika Gulistan Dokû, Bedriye Dokû ji bo dîtina keça wê bang li her kesê kir û got: “100 rojin bi şev û roj digirîm.”

Dayika Gulîstan Dokû ya xwendekara Zanîngah Mûnzûr a ku ji 5’ê Çileyê û vir ve li Dersimê ti agahiyek jê nayê girtin, Bedriye Dokû bi parvekirina li ser medyaya dijîtal parvekirî pirsa bê ka çima 100 roj in nayê dîtin. Dayik Dokû ya li ser hesabê medyaya dijîtal a keça xwe daxuyanî da banga hestyariyê kir

Dayik Dokû bibîr xist ku 100 roj in keça wê winda ye û got: “Îro 100 roj in keça min winda ye. 100 roj in bi şev û roj digirîm. Bang li we yên xwedî zarok dikim, destê xwe danin ser wijdana xwe û çi ji destê kê/î bê bila bike.”