Erzîncan: Civak bi serê xwe dikare xwe ji vê vîrûsê xilas bike

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, ''Dewletan xwestin ku vîrûsa koronayê berbelav bibe. Civak bi piştevaniyê dikare ji heqê vê belayê derkeve.''

Derbarê vîrûsa koronayê Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi bîr xist wan ji mêj ve nirxandina wê dikir ku modernîteya kapîatlîst bi sedsala 21'ê re ketiye nav krîzekê, ev krîz ne ji ji bo demeke kurt in, domdar û krîzên ji avaniyê ve ne. Erzîncan got,''Pergala hegemonîk a global ketiye zeboqekê û dixitime.Weke ku tê zanîn beriya vîrûsa koronayê li her devera cîhanê serhildanên gel, li dijî dewletan û hêzên desthilatê bêbaweriyek hebû. Dema ku mirov li saziyên modernîteya kapîtalîst a van dused salen dawî dinere, ti caran weke niha nebûbûn saziyên bêbandor, pûç û vala, weke NYE, YE, parlamentoyên berest, partiyên siyasî û hwd. Em di serdemeke wiha de bûn ku krîzên ekolojîk wê ji kûr ve bandor li ser jiyana mirovan bikirana. Niha jî em di vê pêvajoyê de ne.''

'TEVDÎRÊN JIDIYAYÎ NEHATIN GIRTIN'

Erzîncan bi domdarî wiha got: ''Ne wiha tesadûfî xuya dike ku di pêvajoyeke wiha de nexweşiyên kujer ên têgerok ên ji ber vîrûsa koronayê ketiye rojevê. Hê jî li ser wê nehatiye zelalkirin bê ka ev vîrûs çilo derketiye holê, çawa di mirovan digere. Em bala xwe bidinê, her çendî nexweşiyeke kujer e jî, di serî de DYE, Tirkiye û gelek dewletên Ewropî ti tevdîreke jidiyayî nedanîn ber xwe.

Dema ku mirov hemû rûdanan analîza bike ew îhtîmal zêde ye ku pergala hegemonîk bi zanebûn ev vîrûs berbelav kiribe. Hewl tê dayin ku bi hilberandina nexweşiyên têgerok ên kuujer meylên demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk ên di sedsala 21'ê û muxalefetê bişikînin û biqedînin. Ji ber vê jî di rewşa berdest de hewceyî pê heye ku rengên nû yên têkoşînê yên bi paradîgmaya me ya azadiyê re lihev, rêveberiyên nû werin geşkirin û berfirehkirin. Ev divêtiyek e.

''DEWLETAN XWESTIN KU BERBELAV BIBE'

Erzîncan li ser helwesta dewletan a li bara Covîd-19'ê jî wiha got:

''Dewletan xwestin ku ev vîrûs berbelav bibe. Di serî de li gel ku hay ji giranbûna rewşê hebûn jî ti tevîr nehatin standin. Civak bi temamî bê parastin hiştin. Berevajî vê weke amûra xilasbûna ji muxalefeta civakî, ji muxalefeta kuçeyê, ji raperînan hate dîtin. Hişmendiya hegemonîk a yekdest li gel ku dîtin ku ji hêla aborî ve wê ziyan li wan bibe jî ev plan sazkarkirin.  Naxwe em bicihanîna gerdûnî ya hişmendiya, ''bila kêm be, ya min be'' li vir dibînin. ''Bila mirov kêm bin lê yên min bin.''

'DIXWAZIN BI KORONAYÊ RE CIVAKÊ ZÊDETIR HEWCEYÎ DEWLETÊ BIKIN'

Erzîncan bi domdarî got, ''Ji ber vê, wiha tê fêhmkirin ku pergala hegemonîk a global bi hinceta vê nexweşiya hêlê (pandemiyê) dixwaza stratejiyên nû sazkar bike ku pê civak zêdetir hewceyî dewletê be, otorîteya dewlet û desthilatê ji nû ve ava bike, Ji ber vê bi vîrûsa koronayê re mirov daneyên pir xurt dibîne ku ev nexweşiya kujer a têgerok ji hêla pergalê ve bi zanebûn hatiye hilberandin. Ji bilî vê, bi zanebûn an jî bêyî zaneBûn dema ku mirov li neXweşiyên hêlê yên li dîrokê dinere, em dizanin ku kana hemû bobelatên mirovî, encama kirinên dewletan û hêzên desthilatdarîwaz e.''

'BI KORONAYÊ RE DIXWAZIN MIROVAHIYÊ BIKIN RIKEHÊ'

Erzîncan derbarê armanca bi nexweşiya vîrûsa koronayê got,''Derdorên li gorî wan taloke, bikêrî tiştekî nayên tine dikin. Vîrûsa koronayê li gorî ku zengîn û tendiristiya wan temam hatiye avakirin. Balkêş e ku nifûsa yixtiyar a cîhanê bûye heef. Bi vê virûsê re tenê li ser fikra,''yixtiyar êdî bik êrî kar nayên'' naçin. Her wiha li vir bîra mirovahiyê, manewiyata wê, tecrûbeya wê tê tinekirin. Em dizanin bê ka modernîteya kapîtalîst çendî giringiyê dide ku bîra civakê hilweşîne, dîroka wê tine bike. Civaka ku ne xwedî tecrûbe û zanînê be ji kontrolê re vekiriye. Bi hêsanî mirov dikare reng bidiyê. Civaka ku yixtiyarên wê nebin dibe civaka ku bi rehetî dikare were kontrolkirin. Ango mirov nikare xwe ji wê fikrê xilas bike ku ev vîrûs weke rêbazeke qirkirinê hatiye afirandin, li ser vê plan hatine dnaîn. Bi vê nexweşiya hêlê re tê xwestin ku hemû mirovahiyê bikin rikehekê.''

'DIVÊ EM REWŞA ŞOQBÛNÊ JI SER XWE BAVÊJIN Û LI SER TÊKOŞÎNÊ RAWESTIN'

Erzîncan got bi rewşa koronayê re gef û talokeya li ser jinan zêdetir bûye û got,''Jin, hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên gelan li ser bisekinin bê ka çawa dikarin xwe ji nexweşiyê biparêzin û li ser tevdîran bisekinin lê her wiha li ser wê bisekinin bê ka di vê rewşa nû de ya ku hatiy afirandin têkoşîna azadiyê wê çawa wer kirin, çawa wê li dijî pergala hegemonîk a global rawestin, piştevanî wê çawa be, yekîtiya civakê wê çawa be. Divê mirov li ser van pirsan raweste, li vê bigere, ev nêzîkatiya rast e. Em hemû li vê digerin. Divê em li ser vê jî zêdetir hûr bini û cihekî jêrabûnê bibînin. Divê em rewşa şoqbûnê ji ser xwe bavêjin û li ser têkoşînê rawestin.''

'DIVÊ CIVAK XWE BI HÊVIYA DEWLETÊ VE NEHÊLE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi domdarî got, ''Pir aşkere ye ku encex bi piştevaniyê mirov dikare heq ji vê vîrûsê derkeve, ya ku bûye bela serê mirovahiyê'' û got, divê gelê me li hev xwedî derkeve.

Erzîncan got, ''Li vir careke dî giringiya xwerêveberiyê, jiyana xwe  spartî ser gundiyê derdikeve holê. Tê fêhmkirin ku modêla neteweya demokratîk, avakirina meclîs û komunan çendî jiyanî ye û bi lezgînî hewceyî pê heye. Her gund, her tax, her bajar divê hewl bide ku tevdîrên xwe bistîne. Divê destekê bidin hev. Ên ku derfetên wan ên madî hebin li kûderê jî bin divê di vê serdema zehmet de destekê bidin hev. Divê tendiristiya xwe, ewlehihya xwe bi hêviya dewletê ve nehêlin. Dewlet nade jiyîn, dikuje. Divê mirov bivê zanibe. Heke dewlet hin tiştan dike jî ne ji ber ku li gel difikire dike, ji bo meşrûiyeta xwe, desthilata xwe qeyîm bike dike. Ji ber vê divê em rêbazên nû yên têkoşînê bibînin, rêxistiniya vê bikin.''


'RISTA ÇAPEMENIYA AZADÎXWAZ DÎROKÎ YE'

Erzîncan di vê rewşa koronayê de bal kişande ser giringiya çapemeniyê jî û got, ''Ji bo rêxistiniyê teknîk bi rengê amûreke pir cidî jixwe tê bikaranîn. Rola organên medyaya alternatîf, azadîxwaz di serdema berdest de dîrokî ye. Belkî jî di dîroka mirovahiyê de ti caran nehatiye wê asta ku bi risteke stratejîk rabe.''

Li ser rola hêzên demokrasiyê û azadîxwaz jî Erzîncan got, ''Hêzên demokasiyê û azadiyê di vê serdemê de ku krîza mirovahiyê giran bûye, wê karibin bi sratejî û taktîkan vê di berjewendiya xwe de bi kar bînin. Divê em karibin ji vê krîza mirovahiyê ramana alternatîf, rêxistiniyan û piştevaniyê biafirînin.''

'EM DI VÊ PÊVAJOYÊ DE RÊBERTÎ BAŞTIR FÊHM BIKIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan herî dawî wiha got:

''Em çawa dikarin bêhtir têkoşîna azadiyê geş bikin? Divê mirov li ser rê û rêbazên vê bisekine, xwe perwerde bike, xwe hazir bike, şertên berdest jî mirov binirxîne û çi tiştên ku mirov dikare bike, divê miro bike. Rêyên çareseriyê ku Rêbertiya me di parastinên xwe de daniye holê em baştir fêhm bikin. Em careke dî parastinan bixwînin. Em fêhm bikin û bi cih bînin. Her kes heke xwe wiha lê hûr bibe û bifikire, hêvî, bawerî û moralê xwe geş bikin, em dikarin heq ji her tiştî derkevin. Bi piştevaniyê em dikarin heq ji van rojên giran derkevin.''