Jinên Kurd ên li Skandînavyayê êrişa li ser Mexmûrê şermezar kirin

Jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê, êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê şermezar kirin. Jinan xwestin ku ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin.

Tevgera Jinan a Skandînavyayê, êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê û qetilkirina 3 jinên Kurd li Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê bi çalakiyên cihêreng şermezar kirin.

Jinan pankartên ji bo rakirina ambargoya li ser Mexmûrê daliqandin. Li hin bajaran jî pankart bi şaneşîn û piran ve hate kirin û hate xwestin, ku dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê vekişe.

Jinan axaftinên li ser şermezarkirina komkujiyên ku dewleta Tirk kiriye li medya dîjîtal weşandin.

Tevgera Jinan a Skandînavyayê her wiha bang li jinan kir ku komkujiyan şermezar bikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, di demekê de ku têkoşîna li dijî pandemiya Covîd-19 didome, dewleta Tirk komkujiyên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne.

'EM XIYANETÊ TU CARÎ QEBÛL NAKIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, êrişa li ser Mexmûrê ku di encamê de 3 jinên Kurd hatin qetilkirin, êrişek li dijî tevahiya gelê Kurd e û hate gotin, "Bi taybetî êrişa dijî jinan nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze qirkirinê bike. Bi navê Tevgera Jinan a Skandînavyayê, em vê êrişê û bêdengiya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em careke din dibêjin, ku em ê vê xiyanetê tu carî qebûl nekin."

Jinan bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ku li ber êrişên dewleta Tirk rabin û ji bo bidawîkirina ambargoya li ser Mexmûrê bikevin nava hewldanan.