Di encama hewldanên Yosra Receb de 5 tecawizkar hatin girtin

Ofîsa ragihandinê ya endama Encûmenê Nûnerên Iraqê Yosra Receb ragihand ku 5 kesên destdirêjî li jinekê kiribûn, hatine girtin. Hate diyarkirin ku ev 5 kes çekdarên Heşdî Tirkmanî ne.

Beriya niha ango roja 9’ê Nîsanê li bajarokê Pirdê ya girêdayî bajarê Kerkûkê 7 çekdarên Heşdî Tirkmanî destdirêjiya cinsî li ser jineke xwedî pêwîstiyên taybet kiribûn ku ji wan 2 kes ji aliyê polîsê Kerkûkê ve hatibûn girtin. Li ser hewldanên endama Parlementoya Iraqê û endama Desteya Mafê Mirovan ya Parlementoya Iraqê Yosra Receb her 5 tecavuzkarên din jî hatin girtin.

Şeva borî ofîsa ragihandinê ya Yosra Receb di malpera wê de ragihand ku tecavuzkarên din jî hatine girtin.

Ragihandina hatî kirin bi vê rengî ye: “Piştî agahî belav bû ku 7 kesan destdirêjiya cinsî li ser jinekî xwedî pêwîstiyên taybet yê ji bajarokê Pirdê pêkanîne û hate zanîn ku ew 7 kese çekdarên Heşdî Tirkmanî ne, çend rêxistinên jinan û çalakvanên mafê mirovan a Kerkûkê ji bo ku derbarê peydakirina tecavuzkaran ku xwe li baregehê Heşdî Şebî beşartibûn, lêkolîn û sersekinandin were çêkirin bi Yusra Recceb re pêyvendî çêkiribûn.

Yusra Receb jî bi heman rengî li gel çend endamên din ê Encûmena Nûneran a Iraqê bi fermandeyê Giştî yê Heşdî Şebî têkilî danî û xwest ku ev tecavuzkar radestî hêzên polîsan bên kirin. Li ser vê daxwazê jî fermandeyê Heşdî Şebî yê li Kerkûkê wan tecavuzkaran radestî hêzên polîsan dike.

Tecavuzkar, çekdarên Heşdî Tirkmanî ne ku hemû ji aliyê polîsê Kerkûkê ve hatine giritn. Em Desteya Mafê mirovan a Encûmena Nûnerên Iraqê bawerî didin ku ji bo cezakirina sûcbaran her tim bi dezgehên têkildar ên Kerkûkê re di nava pêyvendiyê de bin.

Jina ku bi şêweyekî kirêt destdirêjiya cinsî li ser hatibû kirin, şêniyê bajarokê Pirdê ya girêdayî bajarê Kerkûkê ye û rewşa wê ya derûnî ne baş e.”