Agahiyên dawî yên li ser destdirêjiya jina li Pirdê

Parêzer û berpirsê Rêxistina Viyan, Aheng Enwer çavdêriya kesê destdirêjiya li ser jina Pirdê kir û têkildarî mijarê agahiyên dawî ji ajansa me re pêşkêş kir.

Beriya 9 rojan di belavbûna dîmenan de hate eşkerekirin ku ji aliyê çend kesan ve destdirêjiya jineke astengdar ya xwedî pêwîstiyên taybet, ya girêdayî bajarokê Pirdê a ser bi bajarê Kerkûkê hate kirin. Ew kesên ku van sûcan pêkanîn beşek ji wan endamên Hêzên Ewlekariya Kerkûkê ne, piştî belavbûna wan dîmenan nerazîbûnên mezin kete nava kolanên Iraqê û bi taybetî kete nava kolanên bajarên Kurdan. Piştî ku hate diyarkirin ew dîmen beriya hefiyekê hatibû girtin, hewl hatibû dayin ku vê bûyerê veşêrin.

Her wiha çend deste ji bo lêkolîna vê rewşê hate pêkanîn ew deste jî ji Desteya Fermandeya Operasyona Kerkûkê, Desteya Rêveberiya Polîsên Kerkûkê, Wezareta Navxweyî, Mafê Mirov ya Herêma Kurdistanê, Iraq û çend desteyên ji saziyên kar û barên jinan pêk dihatin. Di heman demê de ji bo parastina mafê jinan bertekên cidî li ser vê rewşê hebûn.

Parêzer û berpirsê Rêxistina Viyan û çavdêr Aheng Enwer têkildarî mijarê û guharînên dawî yên li ser destdirêjiyê, ji ajanda me re da diyarkirin û got: “Em çalakger parêzer û Rêxistina Jinan dema ku em ji vê rewşa destdirêjiyê agihdar bûn, me bi awayek rasterast li gel endama Desteya Mafê Mirov ya Iraqê parlementer Yusra Receb têkilî çêkir. Ew desteya lêkolînê helwesteke cidî li ser rewşa destdirêjiya li ser jina astengdar kir, piştî gelek hewildanan karîn du sûcbarên serekî yên wê destdirêjiyê bi xala qanûna 393’ê ya qanûna cezaya Iraqê bêne destgîrkirin.”

ME DAXWAZÊN XWE PÊŞKÊŞÎ DOZGER KIR

Tevî rolê rêxistinên jinan ya di çavdêrîkirina wê rewşê de, Enwer ji me re eşkere kir û got: “Ji bo çavdêrikirina rewşê min weke parêzer û serokê Rêxistina Kar û Barê Jinan serdana bajarokê Pirdê kir. Min li gel efserê berpirsê lêkolîn û dadwerê vê rewşê dişopîne me nirxandin kir. Rojek beriya serdana me ya ji bo çavdêriya rewşê me weke Rêxistina Viyan û Rêxistina Hîvî a Iraqî, me daxwazên xwe pêşkêşî dadwer kir.

1- Ew jin û zarokên wê divê bişînin cihê rehabîlîtasyonê, ji ber ku rewşa jinê ya derûnî ne baş e û astengdar e.

2- Me daxwaz kir ku divê çavdêriya pêşveçûna rûniştin û dozê bê kirin. Ji ber ku heta niha ti kesê weke parêzer nekariye nameya derbarê vê dozê de bide me, ji ber wê me nekarî weke parêzer xwedî li dozê derkevin tenê me karî weke Rêxitina Jinan çavdêriya dozê bikin ku piştre weke parêzerekî xwebexş beşdarî dozê bibim.”  

Di yasaya şideta navmalê ya Iraqê de, qala wê hatiye kirin lê li bajarê Kerkûkê nayê pêkanîn.

Têkildarî daxwazên Rêxistina Kar û Barên Jinan ya li ser vê dozê, Aheng Enwer ji me re axivî û got: “Piştî me daxwazên xwe pêşkêşî dadgehê kir, me Rêxistina Parastina Mafê Jinan ji bo helwest nîşandana li beramberî wê destdirêjiyê  me civînek li dar xist. Di wê civînê de çend daxwazên me hebûn, her wiha sibe roja yekşemê em ê wan daxwazan jî pêşkêşî aliyên têkildar û Hikûmeta Navendî a Iraqê bikin ku ew daxwaz jî ev in:

  1. Ji bo ku rêxistinên jinan ku di dozê de çavdêriya lêkolîna rewşê bike, divê rê were vekirin.

2-Nexweşxane û rehabîlîtasyon ji bo wan jinên ku rewşa wan ya derûnî ne baş e û jiyana wan di metirsiyê de ne, bên dayin.

3-Me daxwaz kiriye ku mîktarek pere ji bo wan jinan bêne dayin.

4-Me daxwaz kiriye ku di nava hêzên ewlekariyê de endamên saziya pêşîlêgirtina şîddeta li ser jin û malbatê bibin efserên jinan lê li bajarê Kerkûkê di nava hêzên ewlekariyê de jin tineye. Her wiha me daxwaz kiriye ku li Kerkûkê dadgehekî taybet ji bo dozên jinan bê avakirin, ew daxwaza me di yasaya pêşîlêgirtina şîddeta li ser jin û malbatê ya Iraqê de heye lê belê li bajarê Kerkûkê nayê pêkanîn.

CEZAYÊ HETA HETAYÎ BIGRE HETA CEZAYÊ LI SÊDARÊ DANÊ LI XWE DIGIRE

Aheng Enwer derbarê encamên dawî yên wê dozê de ji ajansa me re nirxand û bal kişand li ser vê yekê û got: “Heta niha du kesên sûcbar ji wê dozê li gorî yasaya 393’ê ya sizadana Iraqê ku rû bi rûyê dadgehê dibin, cezayê wan ji girtina girtîgehê ya heta hetayî bigre heta digihije darvekirinê jî li xwe digre. Her wiha ji hevserê wê jina ku destdirêjî lê hatî kirin û jinek din li gorî yasaya 403’ê ya qanûna ceza ya Iraqê hatine destgîrkirin ji ber ku destê wan di belavkirina vê dîmenê destdirêjiyê de hebû, yasa jî di çarçoveya kerametkirina kesayetiyê de ye, ku bi wênegirtin û belavkirina dîmen kes bê keramet bikî.”

8 KESÊN DIN JÎ BEŞDAR IN DI WÊ DESTDIRÊJIYÊ DE

Her wiha Aheng Enwer vê jî da diyar kirin ku sûcbarê sereke bi xwe re navê 8 kesên din jî di vî sûcî de eşkere kir, di nava wan 8 kesan de endamên dezgeyên ewlekariyê jî hene.

DIVÊ BIRYARA DESTGÎRKIRINA WAN HER 8 KESAN BÊNE GIRTIN

Têkildarî destgîrnekirina wan her 8 kesên din, Aheng Enwer îşaret bi vê kir û ragihand: “Sedemê destgîrnekirina wan her 8 kesên din ji ber ku hevserê wê jina ku destdirêjî lê hatî kirin, ti gazind li ser ne kirine lê em rêxistina jinan reşnivîsek pêşkêşî serdozger dikin ku heta ku biryara destgîrkirina ji bo wan her 8 kesên din bê derxistin.” 

DI ALIYÊ TENDIRÛSTÎ Û DERÛNÎ DE ÇAVDÊRÎ TÊNE KIRIN

Aheng Enwer derbarê rewşa niha ya wê jinê û zarokên wê de axivî û got: “Niha ew jin û zarokên xwe şandine cihê rehabîlîtasyonê ya li bajarê Hewlêrê, niha jî rewşa wan ya tendirûstî û derûnî di bin çavdêriyê de ne û ji bo jiyanê jî guncaw e.”