NY: Gefa li dijî jin ên penaber zêdetir e

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ragihand, di dema krîza vîrûsa koronayê de rîska tundiya zayendî ya li dijî jin û keçên koçber û penaber zêdetir e.

Ji ber pandemiya Covîd-19 tevdîra li mayina li malê didome. Li gorî daneyan di rewşeke wiha de tundiya li dijî jinê zêde bûye.

Ji alîkarên Komîserê Bilind ê UNCHR'ê Gîllîan Trîggs got, "Ji bo parastina jin û zarokên keç ên penaber divê em bi rengekî lezgîn bi baldarî tevbigerin."

Trîggs got, "Jin û zarokên keç herî zêde bi rîsê re rû bi rû ne... Divê alîkariya ji bo jinên mexdûrên tundiyê ye zêde bibe."

Trîggs got, "Rîsk heye ku jin ên koç kirine neçar bimînin ku bi êrişkaran re li heman malê bimînin û hişyarî da ku jinên derfetên xwe yên debarê nîne ji bo karibin debara xwe bikin dibe ku bi zorê neçarî têkiliya zayendî yan jî zewicandina di temenê zarokatiyê de bên hiştin.