TJA’yê ji bo Mexmûrê bangî NY yê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) bang li NY yê kir ku li gorî peymana xwe, li dijî ambargo û êrîşên li ser Mexmûrê bikeve tevgerê.

TJA’yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bibîr xist ku wargeha Mexmûr di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye avakirin û bal hate kişandin ku NY li dijî ambargo û êrîşan bertek nîşan nade.

TJA ya ku li dijî qanûna Înfaza desthilata Tirkiyê derxistî bertek nîşan da, diyar kir ku desthilata AKP-MHP pandemiyê ji bo xwe wekî “Xêrek ya xwedê” dinirxinin.

TJA’yê got: “Di çarçoveya yasaya înfazê de qatîlên hatîn berdan, dest bi dubarekirina sûc kirine” , diyar kir ku qanûna înfaza antî-demokratîk bi qanûnî kirin, ev jî tê wateya li dijî civakê û çanda demokrasiyê wekî ‘derbeyeke’.

TJA’yê bal kişand ku di dema pandemiyê de şîdeta li dijî jinê zêde bûye û diyar kir ku malên ji bo cihê parastina ji vîrûsa Covîd-19 tê karanîn ji bo jinan vegerandine depoyên mirinê.

TJA’yê got; “Bi polîtîkaya qeyûm re saziyên jinan ên girêdayî şaredariyan hatine xesp kirin û jin jî bi qatîlên wan re rû bi rû hatine hiştin.”