Rewşa tenduristî ya girtiyên jin ên li Girtîgeha Bunyan giran in

Di hevdîtina bi rêya telefonê ya girtiya bi navê Merve Aydogan a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayserî ya li gel malbatê diyar kir ku sê hevalên wê yên jin pirsgirêka dîtin, bêhntengî û ziwabûna qirkê lê peyda bûne.

Girtiya nexweş Merve Aydogan a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, rewş, şert û mercên li girtîgehê bi rêya telefonê ji malbata xwe re vegot.

Aydogan ev yek ji malbata xwe re got: “Roja Înê mîda min li hev xelxilî,çavên min baş êdî nedidît. Hê jî baş nabînim. Tojda Tokû a li gel me ye piştî 4 rojan heman tişt bi serê wê jî hat. Ew jî gêş dibe, çavê wê baş nabîne. Nikarim baş li ser lingan xwe bigirim. Heman tişt îro jî bi serê Pinar Demîr jî hat. Bi Nazli Soglî re jî şewitîna qirikê û kuxika wê ya hişk heye. Li gel min jî ‘şewitîna qirik, bêhntengî û pirsgirêka baş nedîtinê heye.’ Doxtorê girtîgehê duh hat, lê pirsgirêkên me vegotî fam nekir. Hinek tîp nîşanda lê min nekarî bixwînim. Doxtor ji bo min got; ‘Tu kor bûye’. Derman da lê ti fêda wê nîne. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, em neçûn nexweşxaneyeke derve û lê ji derve jî doxtorek nehatiye. Lê ev destpêkeke.”