Platforma Jinên Kurd: Ji bo Kurdan roja yekîtiyê ye

Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî got ku “Roj roja yekîtiya Kurdan û xurtbûnê ye. Divê Kurd neyên xapandin.”

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, têkildarî êrîşên li ser gelê Kurd û komkujiya li ser Kurdan tê meşandin banga yekîtiyê kir. Platforêm ji ber şewba vîrûsa corona daxuyaniyek nivîskî weşand û xwet Kurd aştiya navxweyî mayinde bikin û wekî seferberiyê derfetên xwe parve bikin. Platformê anî ziman ku Kurdistan di rewşeke zor û zehmet de derbas dibe û wiha got: "Kurdistan di bin dagirkeriya nijaperest, olperest û zayenperestiyê de ye. Di vê demê de dagirker şewba koronayê li dijî Kurdan wekî çekê dagirkeriyê bi kar tîne, alîkariya navxweyî asteng dike û civakê bêderfet dike, qetlîama jinan meşrû dike. Di heman demê de dixwazin tovikên neyartiyê jî di nava Kurdan de şîn bikin.

Platformê banga yekîtiya neteweyî jî kir û wiha bi dawî kir: "Em jinên Kurd bangî hemû sazî, dezgeh, rûsipî û rîsipîyên Kurdistanê dikin ku bila Kurd hevdu mihtacî dagirkeran nekin. Bila di vê dema dijwar de aştiya navxweyî mayinde bikin. Wekî seferberiyê derfetên xwe parve bikin.

Roj roja yekîtî û xurtbûna gelê Kurd. Divê Kurd bi fen û fûtên neyaran nexapin. Di vê roja teng de divê em hevdu ji dagirkeran biparêzin û bi hev re têkoşîna azadiya Kurdistsanê xurt bikin.”