SKB: Em 1’ê Gulanê li kolanên xwe pîroz bikin

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê (SKB) got; “Em 1’ê Gulanê li kolanên xwe û taxên xwe navbera fîzîkî biparêzîn û di nava çalakiyê de bin.”

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê, di derbarê Piştevanî û Têkoşîna Roja 1’ê Gulanê ya Yekîtiya Karker û Kedkaran de îro daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja 1’ê Gulanê, ji bo em hêrsa xwe ya li dijî polîtîkaya tenduristiyê ya kapîtalîzmê bang bikin, ne li malên xwe li kolanên xwe, em ê li taxên xwe navbera fîzîkî biparêzin û di nava çalakiyê de bin.”

‘EM 1’Ê GULANÊ BÊ BERTEK NAMÎNIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewletên kapîtalîst ne ji bo tenduristiyê ji bo şer, çek û dewlemendan butçeyê cuda dike, civakê û jinan li gel krîza tenduristiyê bi komî bi mirinê re tîne beramberî hev.”

Her wiha gotin, “Sendîkayên me bang li karker û kedkaran kir ku roja 1’ê Gulanê dakevin qadan û herêman, 1’ê Gulanê bi komîteyên xwe li tax, navçe û bajaran pêwîst e ku banga ‘1’ê Gulanê di mal de nemîne, derbikeve kolanê’ bê kirin, pêwîst e bang bê kirin ku karker û kedkar dakevin kolanan. Em vê 1’ê Gulanê bê bertek namînin.”