Jinên Ciwan ên Têkoşer: Jin xwe neparêze kes wan naparêze

"Bangawaziya me ew ku bila jin û jinên ciwan li hember feraseta jinkuj û destdirêjî rêxistina xwe mezin bikin. Xwe rêxistin bikin. Li hember êrîşan xwe biparêzin. Eger em xwe neparêzin kes me naparêze."

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) û karantînakirina jinan di malan de, bûne sedem ku tundî û destdirêjiya li jinan zêde bibe.

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ev rêje hîn zêdetir e. Dîsa bûyer û kirinan hîn bêhtir e. Tê gotin ku kesên di vê demê de jin kuştine û dest avêtine jinan hatine efûkirin û li nava civakê digerin.

Destdirêjiya li keça 7 salî ya li Hewlêrê û destdirêjiya li jineke kêmendam a li navçeya Pirdê ya Kerkûkê ji aliyê polîsên Iraqê û endamên Haşdî Şabî nerazîbûna li dijî van kiryaran zêde kir.

Rêxistina Jin ên Ciwan ên Têkoşer têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Rêxistinê ev bûyer û êriş bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê li hember feraset û aqlê jinkuj û destdirêjiyan têkoşîna xwe mezin bikin. Di vê tekoşînê de em ê tu car nerawestin û nesekinin. Bangawaziya me ew ku bila jin û jinên ciwan li hember feraseta jinkuj û destdirêjî rêxistina xwe mezin bikin. Xwe rêxistin bikin. Li hember êrîşan xwe biparêzin. Eger em xwe neparêzin kes me naparêze."