Li Wanê dayika du zarokan hate qetilkirin

Neşe Altun a dayika du zarokan, êvara Çarşemê ji stuyê xwe gule xwar û hat qetilkirin.

Dayika du zarokan Neşe Altuna (25) ya ku li Tokî ya Kevenlî ya Wanê dijiya, di heman demê de ducanî bû li mala xwe hate kuştin.

Piştî ku kujer yan jî kujerên qatîl revîn, bi bêdeng bûna dengê çekan re cîranên ketîn malê, Altun di nava xwînê de dîtin.

Altun a ku bi giranî birîndar bûyî rakirin nexweşxaneyê, ruxmê hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin.

Hate diyarkirin ku Altun ji stûyê xwe ve gule xwariye û hatiye kuştin. Polîsên ku hatîn nexweşxaneyê îfadeya cîranan girt.

Piştî ku cenazeyê Altun bi wesayîta şaredariyê ji nexweşxaneyê rakirin li goristana Wanê spartin Axê. Bal hat kişandin ku di dema rakirina cenaze de ji malbata Altun kesek nehat.

Hate zanîn ku piştî ku Altun di demek nêzde hatiye berdan, li gel du zarokên xwe dijiya û ducanî bû.