RJAK’ê destdirêjiya cinsî ya li ser jina ji Pirdê şermezar kir

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ya Kerkûkê daxwaz dike ku tecawizkar bi tundî werin cezakirin.

Îro li bajarê Kerkûkê, ji bo şermezarkirina tund û tîjî û kuştina jinan bi taybetî jî li dijî destdirêjiya cinsî ya çend kesan ku endamên Heşdî Tirkmanî û polîs in li ser jina astengdar ê xelkê bajarokê Pirdê ya girêdayî Kerkûkê ye hatî kirin û dîmenê wê hatî belavkirin, RJAK’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya RJAK’ê de hatiye gotin: “Em Rêxistina Jinên Azadîxwaz ê Kurdistanê li hemberî wê kiryarê kirêt bêdeng nabin û ji bo parastina jinan ji tund û tîjiyê, em ê berdewam çalakî û têkoşînê bikin. Her wiha em ê berdewam jinan ji bo bidestxistina mafên xwe hişyar bikin û em ê bi armanca rizgarkirina jinan û ji holê rakirina serweriya hişmendiya zilamsalariyê têbikoşin.”

Di dewama daxuyaniya RJAK’ê de îşare bi zêdebûna rêjeya tund û tîjiya li beramberî jinan a di vê qonaxa ku ji ber belavbûna şewba korona, qedexeya hatin û çûnê hatî ragihandin kiriye û wiha pê de diçe: “Pêwîst e aliyên têkildar û rêxistinên mafên jinan li beramberî wan tund û tîjiyan bêdeng nemînin, bi taybetî di vê rewşa niha de ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê belav bûye û qedexeya hatin û çûnê hatiye ragihandin. Ji ber ragihandina qedexeyê tund û tîjî li ser jinan bi şeklekî berbiçav zêde bûye. Ji ber ku zilam di nav malê de ji bo bêhntengî û acizbûna xwe derbas bike li ser jinê tund û tîjiyê pêktîne û wê yekê jî wek bêhndanekî a çareseriyê dibîne.”

Di beşek ya daxuyaniyê de RJAK’ê bang li welatiyên Kerkûkê kiriye û dibêje: “Em RJAK ji gelê Kerkûkê dixwazin ku mijarên tund û tîjiyê ya li ser jinan wek miarekî netewî dest negirin û di wan mijaran de di navbera tu netewe û pêkhateyekî yê bajêr de cudahî nexînin.”

 Daxuyaniya RJAK’ê wiha bi dawî dibe: “Eger niha rêxistinên jinan û aliyên têkildar li beramberî wê sûcê bêdeng û helwest bin wê bibe sedem ku dema pêş pêkanînên hê xiraptir li ser jinan were kirin. Ji ber wê jî daxwaz dikin ku sizayê herî giran li ser wan çekdarên ku destdirêjiya cinsî li ser jina astengdar ya ku xelkê bajarokê Pirdê a girêdayî Kerkûkê ye bê dayîn.”