Doktora destpêkê ya jinan a Tûnis û Maxrîbê bû

Doktora destpêkê ya jinan a Tûnisê Tawhîda Ben Cheîkh ku bi dehan salan ji bo tenduristiya jin û zarokan têkoşiya, ji nû ve tê bîranîn.

Li Tûnisê hefteya derbasbûyî li ser banknotên 10 dînarî yekemcar wêneyê jinekê hebû. Dr. Tawhîda Ben Cheîkh ku di sala 2010'an de jiyana xwe ji dest da, di heman demê de doktora destpêkê ya jin a welatên Maxrîbê bû ku ji Tûnis, Fas û Cezayîrê pêk tên.

JINA DESTPÊKÊ YA JI LÎSEYÊ MEZÛN BÛ Û DOKTORA DESTPÊKÊ

Tawhîda Ben Cheîkh di sala 1909'an de li bajarê Ras Jebel ê Tûnisê ji dayik bû ku hingî di bin mêtingeriya Fransayê de bû. Di sala 1928'an de li paytext Tûnisê perwedeya xwe ya lîseyê bi dawî kir û bû yekemîn jina Tûnisî ku dîploma lîseyê wergirt. Wê demê bi israra doktora Fransî Etîenne Bûrnet û hevserê wê ku hingî li Tûnisê wezîfedar bûn, malbata Tawhîda qebûl kir ku keça xwe ji bo perwerdeya doktoriyê bişîne Parîsê. Tawhîda ku bavê wê di temenê wê yê biçûk de jiyana xwe ji dest da, bi saya dayika xwe hem lîse qedand hem jî çû zanîngehê.

JI BO JINAN Û ZAROKAN BI BÊDENGÎ TÊKOŞIYA

Dr. Tawhîda Ben Cheîkh piştî ku perwedeya xwe ya tipê bi dawî kir di sala 1936'an de ji nû ve li welatê xwe vegeriya û ji ber ku nexweşxaneyên cemaweriyê di destê rêveberiya mêtinger a Fransayê de bûn, bi rengekî taybet dest bi mûayenekekirina nexweşan kir. Dr. Ben Cheîkh salên dûr û dirêj doktoriya giştî û ya zarokan kir. Piştre jî berê xwe da jinekolojiyê.

Sala 1956'an piştî ku Tûnis serbixwe bû Dr. Ben Cheîkh di sala 1963'an de li Nexweşxaneya Charles-Nîcolleyê servîsa plansaziya malbatê û di sala 1968'an de jî pêşengî ji avakirina klînîkekê re kir. Di sala 1970'î de bû seroka saziyeke plansaziya malbatê, heta sala 1977'an servîsên jidayikbûnê yên nexweşxaneyên cuda bi rê ve bir.

Tawhîda Ben Cheîkh di sala 2010'an de dema ku 101 salî bû jiyana xwe ji dest da. Tawhîda Ben Cheîkh di sala 1937'an de kovara jinan a bi navê "Leîla" bi rê ve bir û di nava Heyva Sor a Tûnisê û Yekîtiya Jinên Misilman ên Tûnisî de wezîfe kir.

Dr. Tawhîda Ben Cheîkh di tevahiya emrê xwe de bi "bêdengî" xebitî Di sala 2010'an de bi navê wê pûlên postayê hatin çapkirin. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê jî li Montreûîlê navê wê li navendeke tenduristiyê kir.