Li dijî vîrûsa koronayê jin li refên herî pêş in

Li Efrîkayê, di têkoşîna dijî pandemiya vîrûsa koronayê de doktor û hemşîreyên jin li refên herî pêş in.

Çapemeniya Efrîkayê bal kişand ser têkoşîna doktor, hemşîre û wezîrên tenduristiyê yên jin ên li dijî pandemiya vîrûsa koronayê.

Li Ûgandayê hemşîreya bi navê Dorîs Okûdînîa 11'ê Nîsanê nexweşek bi kursiya nexweşan ji navenda tneduristiyê ya Edîofe bir nexweşxaneya Arûa ku bi 2 kîlometreyan dûr bû. Dîmenê vê yekê di medya dîjîtal de li tevahiya welêt bû rojev. Piştî ku ambûlans nehat, hemşîre Dorîs ji nexweş pirsî "Hûn destûrê didin ku we bi kursiyê bibim?" û bi meşê bi 2 kîlometreyan ew gihand nexweşxaneyê. Ev hewldana Okûdînîa di çapemeniya Ûgandayê de bû rojev.

Wezîrê Tenduristiyê yê Ûgandayê jî li ser hesabê Twîtterê wiha nivîsî, "Dorîs bi rastî jî lehengek e û xebatkarên tenduristiyê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew her roj jiyana xwe feda dikin û jiyana bi hezaran mirovî rizgar dikin."

ARTÊŞA JINAN A LI ETIYOPYAYÊ LI REFÊN HERÎ PÊŞ IN

Li Etiyopyayê jî stratejiya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê bi profesyonelên sektora tenduristiyê ve hatiye girêdan. Ji bajarên mezin heta bi gundên biçûk ên herî dûr û di karantînayê de, ji bo xizmeta tenduristiyê bikin, ji bo bi nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 re eleqedar bibin, ji bo pirsgirêkên hîjyenê çareser bikin û agahiyên rast têkildarî mijarê li nava gel belav bikin, 40 hezar jinên li sektora tenduristiyê dixebitin, seferber bûne.

Wezîra Tenduristiyê ya Etiyopyayê Temesgen Ayehû got, "Ev yek tevneke baweriyê ye ku jinan di nava salan de ava kirine û dike ku em zûtir xwe bigihînin civakê."

LI MISRÊ XETA SÊYEMÎN A PARASTINÊ

Li Misrê jî Konseya Jinan a Neteweyî di destpêka meha Nîsanê de doktor û hemşîreyên jin bi bîr anî. Konseyê têkoşîna jinan a li dijî vîrûsa koronayê û pêvajoya şoreşê şiband hev.

LI 13 WELATÊN EFRÎKAYÊ WEZÎRÊN TENDURISTIYÊ JIN IN

Capîtal FM ku li Kenyayê weşanê dike ragihand, li 13 welatên parzemîna Efrîkayê wezîrên tenduristiyê jin in. Li Angola, Bûrkîna Faso, Kongo, Misir, Erître, Etiyopya, Eswatînî, Gîne Bîssaû, Lîberya, Mozambîk, Somalî, Tanzanya û Ûgandayê wezîrên tenduristiyê jin in.

Di çapemeniyê de tê destnîşankirin, li welatên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin, têkoşîna li dijî pandemiyê hîn bi rêk û pêk û rêxistinkirî tê meşandin.