Jinan li dijî qanûna înfazê çalakî kirin

Jinan di derbarê erêkirina qanûna înfazê de li ser hesabên medyaya dijîtal dest bi çalakiya, “Piştî Înfazê Jin di Metirsiyê de ne” kirin.

Di rojên derbasbûyî de li Desteya Giştî ya Meclîsê qanûna înfazê bi raya wekîlên AKP û MHP’ê hate pejirandin. Bi erêkirina qanûnê re dest bi berdana nêzî 51 hezar girtiyên diz, çete û mafya hatin kirin.

Li ser hesabê Twîtter yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi Heştaga “Piştî înfazê Jin di Metirsiyê dene” dest bi çalakiyê kirin.

Gelek jinan piştgirî dan çalakiyê.

Bertekên jinan li ser torên civakî bi vî şêweyîne:

Wekîla HDP’ê Filîz Kerestecîoglu: Berî tehliyekirinê tê nirxandin ku wê ew bersûc ji bo jinan rîskê çêbikin ya na? Mafê jinan, cihên li ser vê mijarê pêwîstî bi serlêdanê heyî tên agahdarkirin? Çima ji bo jin xwe parastî hîs bikin daxuyaniyek nayê dayîn? Piştî înfazê jin di metirsiyê de ne.

Hevseroka KCD’ê û Wekîla HDP’ê Leyla Guven: Li cihê jin dema zarok were gotin wê çiqas masûn were dîtin mane? Ha xespkirin bi vî şêweyî tê birêvebiri. Piştî înfazê jin di metirsiyê de ne.

Wekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş: Me 7 roj û 7 şevan li Meclîsê got, Piştî înfazê jin di metirsiyê de ne. Wekî her mijarê ev mijar jî li gorî ku dizanin çêkirin. Em ê bi hev re vê hêzê jî derbas bikîn.