Piştevaniya Jinê ya li Ewropayê: Em piştgiriya gelê Mexmûrê bikin

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê êriş û ambargoya li ser Mexmûrê şermezar kir û ji bo piştgiriya bi gelê Mexmûrê re bang kir.

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê têkildarî êrişa qirker a dewleta Tirk a li ser Mexmûrê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mêtingeriya Tirk tevî şerê xwe yê li Idlib û Lîbyayê, bi balafirên şer 15'ê Nîsanê bombe li kampa Mexmûrê barand. Di encamê de 3 jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan û gelek ji şêniyên kampê birîndar bûn."

'DAGIRKER RANAWESTIN, EM JÎ RANEWESTIN'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şêniyên kampê yên di nava zor û zehmetiya birçîbûn û xizaniyê de ne, di 7 mehên dawî de bi zexta Erdogan rêveberiya Barzanî ambargo daniye ser wan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang jinên karker, kedkar, koçber ên li Ewropayê dikin ku li dijî hovîtiya faşîzmê dengê xwe bilind bikin û çalakiyên protestoyî pêk bînin.

Çawa ku dagirkerî û bombardûmana emperyalîst di nava şert û mercên vîrûsa koronayê de ranawestin, em ê jî ranewestin. Em ê bêjin 'Her der Mexmûr e û her der berxwedan e' û bi vî rengî dakevin qadan.

Em piştgiriya gelê Mexmûrê bikin. Piştgiriyê bidin kampanya malbatên xwişk û bira."